“Em pêvajoyê dişopînin, bi rayedarên Tirk re hevdîtin dikin. Em baş dizanin ku pêşîlêvekirina Kurd jî pêk nehat.
Berdevk Stano diyar kir ku di serî de pirsgirêka Kurd, gelek pirsgirêkên berçav ên Tirkiyeyê di Rapora Pêşveçûnê ya 2012 ya Tirkiyeyê de ku destpêka cotmehê hate aşkerekirin, hatin tehlîlkirin. Lê Stano îdîa kir ku ji bilî vê tu tiştê ku Bruksel (paytexta YE) helwesta xwe ya li hemberî Enqereyê biguherîne, tune ye. Rayedarên YE têkildarê pozîyona YE ya li hemberî pirsgirêka Kurd jî wiha şîrove kir:"Komîsyona Ewropayê baş dizane ku pêşîlêvekirina demokratîk a di sala 2009 de ku pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên din têde hebûn pêk nehatiye. Başûr –Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê) divê li gel aşitî, demokrasî û aramiyê, di warê civakî, aborî û çandî de jî pêş bikeve. Pêwîstiya mirovên li vê herêmê dikjîn bi mafên civakî, aborî û çandî heye.
Ev yek tenê dikare bi girtina tedbîrên pêşber û pêkanîna konsensusa ku mafên çandî, civakî û aborî yên mirovên hermê digire nava xwe bi ser bikeve. Pirsgirêka Kurd ji bo ji hemû pirsgirêkên Başûr-Rojhilat re bibe çareserî, divê hemû hêzên demokratîk bi awayek xurt tevil bibin. "

Ya Tîmoşenko bibû krîz
Di nîsana borî de bi heman awayî di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de tevî parlementeran, nêzî 2 hezar girtiyên siyasî yên Kurd ketibûn greva birçîbûnê lê welatên rojavayî li hemberî vê yekê bêdeng mabûn. Lê greva birçîbûnê ya Serokwezîra berê ya Ûkraynayê Tîmoşenko bibûs sedema krîzê.
Piştî ku aşkere bû ku Tîmoşenko di peymanên bi Rûsyayê re li ser enerjiyê pêk anî de gendeliyê (nelirêtî) kiriye, li rastî 7 sal cezayê girtîgehê hat û hat diyarkirin ku di girtîgehê de ji ber şert û mercên xira dest bi greva birçîbûnê kir. Rêveberiya Kîev ku şert û mercên Tîmoşenkoyê sererast nekir, li rastî rexneyên giran ên YE’yê hat. Bi vî awayî fûtobala Euro 2012 ya ku li Ûkraynayê dê pêk bihata, ketibû xeteriyê.

Rapor bikeve dengdanê

Rapora Pêşveçûnê ya Tirkiyeyê ya sala 2012 ku ji aliyê Komîsyona YE’yê ve hatiye amadekirin, dê bê rojava Parlmentoya Ewropayê (PE). Di raporê de rexneyên tund li dewleta Tirk tên kirin:"Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu pêşketine çênebû. Pêşîlevekirina demokratîk a ku di sala 2009 de dest pê kir xetimî. Pêlên girtin û binçavkirinê yên di bin navê operasyonên KCK’ê de bi berdewamî zêde dibin. Ne tenê hilbijartî û siyasetmedar, gelek parêzvanên mafê mirovan, zanyar, sendîkavan jî hatin girtin.
Niha ji bo betalkirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê bi sedan dosya hatine amadekirin. Li Qilabanê 34 Kurdên sivîl bi balefirên şer hatin qetilkirin. Lêpirsîna der barê bûyerê de ne zelal û têrê nake. Gumanên li ser îhmalê nehatine lêkolînkirin. Derbarê berpirsên siyasî yên komkujiya Qilabanê nehatine gotûbêjkirin, rayedarên siyasî û leşkerî lêborînek nexwestine." 

ANF/BERLÎN