Tişta balkêş di vê malbatê de 74 endamên wê ku hemû bira, pisman û pisxal in, di eniyên berxwedana bajarê Til Temirê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cihê xwe digirin.

Nûçegihanê ANHA’yê hewl da xwe bigihîne ciwanên malbatê, lê ji ber dijwariya şer û pevçûnan li herêmê nikarîbû xwe bigihîne wan û berê xwe da taxa Selahedîn ku tenê jin, pîr û zarok têde mane û parastina taxa xwe dikin.

Welatiyê bi navê Tahir Yûnis (62) bavê têkoşer Demhat e ku di nava refên gerîlla de li çiyayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û niha jî 7 kurên wî di eniyên berxwedanê yên Til Temirê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Tahir Yûnis kalaşnîkova xwe hilgirtibû û parastina taxa xwe dikir.


Îro roja parastina axa welat e

Yûnis der barê sedema beşdarbûna hemû endamên malbata El-Nehmo di eniyên berxwedanê de axivî û got: “Malbata me bi zarok, ciwan û pîrên xwe ji destpêka şoreşa azadiya Rojava ve beşdarî xebatên rizgariyê bûn. Me di destpêkê de herêmên xwe ji rêjîma Baasê rizgarkirin û em niha jî ji çeteyên DAIŞ’ê ku hewl dide axa me dagir bike paqij dikin.”

Yûnis got ku beşdarbûna wan a eniyên berxwedanê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de ne tenê şevanên wan ên di nava YPG’ê de ne, lê belê hemû endamên malbatê yên ku dikarin çekan hilgirin berê xwe dan eniyên berxwedanê û wiha domand: “Îro roja rûmet û namûsê û parastina axa welat e.”


Bila ciwan vegerin û axa xwe biparêzin

Yûnis diyar kir ku ew ê ti carî nahêlin çete derbasî nav axa welatî wam bibin û bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştrast kir: “Eger hêza tevahiya cîhanê ya me be, em êrîşî tu kesî nakin û eger hêza hemû cîhanê êrîşî me bike, em ê parastina xwe bikin.” Yûnis di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên ku ji Til Temirê derketine kir ku vegerin axa xwe û cihê xwe di parastinê de bigirin.

Der barê heman mijarê de Fehîme Yûnês dayîka têkoşer Arjîn Silav ku di 20’ê mijdara 2013’an de di berxwedana gundê Xêbiş de jiyana xwe ji dest daye û niha jî 4 kurên wê di eniyên berxwedanê de cihê xwe digirin. Dayîkê diyar kir ku ew wekî jinekê ti carî ax û mala xwe ji çeteyan re bernade û got: “Ev hêzên tarî ku hewl didin bajarê me talan bikin, em tu carî derfetê nadin wan û em ê heta dawî piştgiriya hêzên YPG’ê û hêzên hevbeş ên berxwedêr li herêmê bikin û emê canê xwe ji bo axa xwe feda bikin.”

Fehîme Yûnis weha dawî li gotinên xwe anî: “Ev kiryarên DAÎŞ´ê ti girêdana wan bi ola îslamê re tune ye û em ê Til Temirê bikin gora çeteyan.”


Erka parastinê ji hertiştî bihatir e

Endamê Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê Elî Osman ku ji heman malbatê ye ew û 3 kurên xwe di eniyên berxwedanê de cih digirin. Wî da zanîn ku hersê kurên wî xwendekarên zanîngehê ne û wî dikaribû ku wan bişîne dewletên derve da ku xwendina xwe bidomînin. Lê erka parastina axa welat ji her tiştî buhatir e û di ser her tiştî re ye.

Der barê heman mijarê de welatiyê bi navê Selah Yûnis ku ji heman malbatê ye û li taxa Selahedîn bi cih bûye, diyar kir ku ji bo alîkariya hêzên YPG’ê û YPJ’ê di eniyên berxwedanê de bikin, ew jî cihê xwe di parastina taxê de digirin.

Tê zanîn ku 2 endamên malbatê yên bi navê Mihemed Yûnis (Cûdî) û Nabîxe Ehmed (Arjîn Silav) ku cihê xwe di nava refên YPG’ê û YPJ’ de digirtin di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. 


DILSOZ DILDAR/ANHA / TIL TEMIR