Yekitiya Welatên Ereban bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku, li dijî rejîma Sûriyeyê destwerdanê bike.
Civîna Yekitiya Ereban ji bo rewşa şer û pevçûnên li Sûriyê li paytexta Misir Qahîreyê bi awayekî pêşwext hat lidarxistin. Di civîna ku wezîrên karê derve yên welatê Ereb tê de beşdar bûn de, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji NY û civaka navnetewî hate xwestin ku li rê li pêşiya bipêkirinên rêjîma Sûriyê yên zêdeyî 2 sale didome bigirin û dawî li komkujiyan bînin. Di daxuyaniyê de hat desnîşan kirin ku pêwîste berpirsên komkujiyan di dadgehên navnetewî de bêne darizandin. Di daxuyaniyê de bê ku rengê alîkariyan bê nîşan dan soz hat dayîn ku Yekitiya Ereban dê alîkariya gelê Sûriyê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê ku di civînê de axivî da zanîn ku şermezarkirina êrîşan têr nake û pêwîste ku hêzên derve destwerdanê bikin û dawî li komkujiyan bînin.
Xizmeta El Qaîdeyê dike
Ji aliyekî din ve hikûmeta Sûriyeyê hişyarî kir ku destwerdaneke leşkerî ya li dijî welatê wan wê tenê xizmeta rêxistina El Qaîdeyê û tevgerên girêdayî wê bike. Cîgirê serokwezîrê Sûriyeyê Feysel Miqdad da xuyakirin ku hin komên çekdar ên çete ku girêdayî Amerîkayê ne ew bi xwe berpisyarê bikaranîna çekên kîmyewî ne. Her wiha Miqdad di berdewamiya axaftina xwe de got ku destwerdaneke leşkerî dê tenê xizmeta van komên çete bike û dijberiya Amerîkayê di nava gelê Sûriyeyê de zêdetir bike.
Kerry îkna bûye...
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry diyar kir ku di destê DYA de delîl hene ku li Sûriyê gaza Sarîn hatiye bikaranîn.
Wezîr Kerry ji televîzyona NBC re peyivî û diyar kir ku ji mînakên xwîn û por ên ji kesên li rojhilatê Şamê di nava 24 saetan de rastî êrîşê hatine, derketiye holê ku gaza Sarînê hatiye bikaranîn.
Wezîr Kerry îdîayên xwe yên der heqê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê de mezintir kir û got, "Em dizanin êrîş ji ku derê hatiye kirin. Em dizanin bi çi hatiye kirin jî. Em dizanin piştre jî çi bûye."
Kerry da xuyakirin ku ev yek ji bo destwerdaneke leşkerî, rewşeke nû derxistiye holê. Wiha xuya dike ku DYA piştî dudiliya xwe ya di detswerdana Sûriyeyê de hewl dide ku biryarek erênî ji bo destwerdana leşkerî ji Kongreya Amerîkayê derkeve û rê bide ku bi rengekî hinedik be jî çend êrîşên hewayî li dijî rejîma Sûriyeyê pêk bînin.
Amerîkayê piştî ku biryara erêkirina vê operasyonê ji alî parlamantoya Ingilistanê ve nehate pejirandin kete rewşeke dudilî de. Lê êdî poşmanî fêde nake ew neçare ku ji bo soszên xwe û ji bo imaja xwe vê operasyonê pêk bîne.
Mijar niha ji bercewendiyên Amerîkayê wê de maye mesela imaja wê û sozên ku dane gelê Sûriyeyê. Heke Amerîkayê destwerdaneke leşkerî li dijî Esed pêk neyne dê bandoreke mezin li imaja wê wekî dewleteke herî bi hêz a cîhanê bike.
Ji Sûriyeyê hewldana astengkirinê
Hikûmeta Sûriyê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon xwest, ji bo pêşî li hemû êrîşên li dijî Sûriyê bigire, xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA, hikûmeta Sûriyê bang li Sekreterê Giştî yê NY kir ku "xwedî li berprsiyariyên xwe derkeve, ji bo astengkirina hemû êrîşên li hemberî Sûriyê têkeve nava hewldanan û ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane ji krîza li Sûriyê re bê dîtin, li pêş bimeşe."
Nûnerê Sûriyê yê temî li NY Beşar El Caferî di nameya xwe ya ji bo Ban Kî-moon de diyar kir ku divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşî li "bikaranîna zorê ya li dijî rewabûna navneteweyî" bigire.
Hikûmeta Sûriyê di nameya xwe de îdîa kir ku berevajî sûcdariyên dewletên Rojavayî wan ti carî serî li çeka kîmyewî nedane û bibîr xist ku rêveberiya Şamê ji Sekreterê Giştî yê NY xwestdiye di 19'ê Adarê de xwestiye li Han El Asal a nêzî Helebê, der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolîn û lêpirsînê bimeşîne.
Caferî got, "Cîhan li bendê bû ku DYE Konferansa Cenevreyê ya li ser Sûriyê bi awayekî cidî amade bike û rola piştevaniya aştiyê bileyze. Ne li bendê bû ku li dijî dijberên polîtîkayên xwe, serî li hêza leşkerî bide."
NEW YORK