MIHEMEDSEYDÎ

Piştî ku aloziya Sûriyê dest pê kir, aliyên siyasî û tevgera Kurd, wê li ku cihê xwe bigrin, dihat minaqeşekirin. Bi destwerdana aliyên derve, bi taybetî dewleta Tirk û bi çekkirina Şoreşê re, êdî du alî derketin holê. Rêjîm dixwaze kursî û deshilata xwe biparêze û aliyê ku navê muxalif li xwe dike jî armanca wê hilweşandina Rêjîmê û hatina şûna wê bû. Di vê guhertinê de beşdarbûna Kurdan nava aliyekî, ne ji berjiwendiyên gelê Kurd bû. Ji ber ku ti aliyî berjiwendiyên Kurdan wê neparastana û tenê dixwestin Kurdan bo xwe bi kar bînin. Ji ber wê, xeta sêyem a Rojava hat diyarkirin da ku li hemberî her êrişê Kurd xwe biparêzin. Şoreş jî li ser vî esasî meşiya. Bi navê sererastkirinan, hin aliyên ‘Kurd’ dixwestin ciwanan bi rêxistin bikin û tevlî nava şerê ne yê Kurdan bikin. Lê tevgera Kurd a li ser erdê bi bandor yanî TEV-DEM hişyar bû û gavên birêxistinkirina di her aliyî de avêtin.

Koma ku navê ENKS’ê li xwe dikir, meyla wan li aliyê “muxalefetê” bû. Li pey wê bûn ku Kurdan bixin nava şerê li ser desthilatê. Lê piştre eşkere bû ku ev yeka hanê, ne ji berjiwendiyên gelê Kurd e.

Peymanên TEV-DEM û ENKS’ê

Di 2012’an de di navbera TEV-DEM û ENKS’ê de li Hewlêrê hevpeymanek çêbû. Lê ENKS û yên li pişt wan, dîtin ku roj bi roj xeta ku TEV-DEM’ê hilbijartî tê xurtkirin û gel li dora wê dicive. Wan ev yek ji bo xwe xeter dît. Roj bi roj diheliyan. Ji ber vê yekê xwe dan aliyekî. Tevî ku Desteya Kurdî ya bilind wekî sîwanekê hatibû avakirin û diyarkirin jî, lê xuya bû ev ne ji berjiwendiyên wan aliyan bû ku dixwestin gelê Kurd bixin xizmeta xwe. Ji ber wê, wan ENKS ji nava Desteya Bilind a Kurd kişand. Bi vê yekê re gelek aliyên siyasî xwe ji nava ENKS’ê kişandin.

Her gava ku ji bo xizmeta gelê Kurd dihat avêtin, dikir ku hin endamên ENKS’ê li ber rabin. Weke nimûne jî mijara zimanê Kurdî û perwerdeyê bû. Dema xebatên ziman hatin destpêkirin, li studyoyên TV’yan digotin; “Ma niha dema zimanê Kurdî ye”. Gelek mînakên din jî hene.

Înîsiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD’ê

Bi serkêşiya TEV-DEM’ê ku partî û tevgerên siyasî yên li hundirê Rojava tê de xebat dikirin, di Çileyê 2014’an de rêveberiya xweser û kantonên Rojava (Efrîn – Kobanê – Cizîrê) hatin ragihandin. Wê demê jî koma ENKS’ê li ber rabû. Ji wê demê ve, çi gav hatibe avêtin, aliyên derve li dij rabûne û xwestine Kurdan li derveyî hemû danûstandinan bihêlin.

Ji bo ku êdî kes aliyên Kurd yên li derve ji xwe re bi kar neîne û pê êrişî Rojavayê Kurdistanê neke, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî înîsiyatîfek bi pêş xist. Beriya wê 3 înîsiyatîf û hevpeymanên di navbera ENKS û TEV-DEM’ê de çêbûn. Ew jî bi navên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihokê tên zanîn. Lê wan ti encamên berbiçav bi xwe re neanîn. Niha rewş cuda ye, ji ber ku ji bo berjiwendiyên xwe be jî, pêwistiya gelek aliyan bi hatina ba hev a aliyên Kurd heye. Emerîka û Fransa yekser di vê mijarê de dixebitin û destekê didin înîsiyatîfa Mazlûm Ebdî.

Şertê ENKS’ê dubendî ye

ENKS’ê şertê xwe li pêşiya înîsiyatîfa Mazlûm Ebdî danîbû û ev şertê xwe ji Nûnerê Emerîka William Roebuck re jî gotiye; “Em û PYD’ê tenê bicivin”. Ev şertê wan wekî destpêkê hate qebûlkirin, lê dema hin mijarên di nava wan de bi nakok werin çareserkirin, hat ragihandin ku tevger û partiyên siyasî hemû wê beşdarî van civînan bên kirin. Tevî ku ENKS’ê xwe bi vir de û wê de bir jî, lê her tişt nivîskî hatiye belgekirin û çavdêr jî Nûnerê Emerîkî Roebuck e.

Ev yek ji aliyê partiyên din yên Rojavayê Kurdistanê ve jî hat rexnekirin û pirraniya serok û sekreterên van partiyan got; “Yekîtî tenê PYD’ê û ENKS’ê elaqedar nake. Û ev jî nayê qebûlkirin. Em jî li vir in. Me li nava Rojava kar kiriye. Dîsa jî em dilxweş in.” Gelek aliyên siyasî bi rengekî din jî hişyar kir; “Heger lihevkirin ji bo parastina destketiyên gelê Kurd be, her bijî; lê heger parvekirina desthilatê be, ne bijî ji me re.”

Derbarê hevdînên PYD’ê û ENKS’ê de, Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanî Ferhat Têlo û Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîka a Kurdistanî Telal Mihemed di bernama Bûyer a Ronahî TV’yê de gotibûn: “Yekîtî, tenê bi du partiyan nabe. Tişta ku em dibihîzin, ENKS li pêşiya tevlîbûyîna me astengiyan çêdike, lê belê PYD jî heta niha nebûye xwedî helwêst. Hevdîtinên yekîtiyê pirr hesas in. Divê eşker bimeşin, bi dizî nabe.” Telal Mihemed ji damezrênerên ENKS’ê bû. Di nava ENKS’ê de 17 partî hebûne, lê dema helwêstên xizmeta berjiwendiyên gelê Kurd nakin hatine niîşandan, hemûyan xwe vekişandiye û tenê 4 Partî mane. Tevahiya Rêveberiya ENKS’ê ji PDK-S’ê ye. Yanî dema em bala xwe bidinê, li vir tiştekî bi nave ENKS’ê tine, li vir PDK-S heye. Ew dixwaze hemû aliyên siyasî yên li nava Rojavayê Kurdistanê kar û xebat kirine, tine werin hesibandin. Ev jî li gorî dixuyê ne mumkin e. Heger lihevkirin pêk were, ne li derve û ne jî li hundir, ti alî wê qebûl neke aliyekî siyasî li derve were hiştin.