Li Navenda Giştî a Tevgera Goran a li Girê Zergete a Silêmaniyê pêr êvarê Konseya Hevbeş a Tevgera Goran û YNK’ê bi beşdarbûna Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa û Endama Pîlotburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed li hev civiyan û piştî civînê, civîna çapemeniyê hat li darxistin.

 Civîna çapemeniyê ji aliyê endamên Konseya Hevbeş a YNK’ê û Tevgera Goran Şalaw Kosret Resul û Samal Serdar ve hat lidarxistin.

Derbarê naveroka civînê de  Şalaw Kosret Resul wiha peyivî: “Di civînê de me behsa rapora komîsyonên hevbeş kirin. Yek ji xalên civînê krîza aborî bû. Ji bo em bikarin rêya çareseriyê peyda bikin û xizmeta welatiyan bikin. Karê li pêşiya me, ew e ku em bikarin di her mehê de, di dema xwe de mûçeyên karmendan bidîne.”

 

Hê PDK bersiv nedaye

Piştre jî li ser navê Gorran Samal Serdar der barê serdana PDK’ê de axivî û got: “Heya niha PDK’ê bersiva me nedaye, ka me bibînin yan ne. Heya niha jî ji me re nehatiye gotin ka wê Dr. Fûad Hisên çawa û kengê serdana me bike. Heya em bêjin ka emê çawan pêşwaziyê lê bikin. Her dema ku zelal bû, emê helwesta xwe diyar bikin.” 


 SILÊMANÎ