Pevçûnên dijwar ên ku pêr  li Serêkaniyê di navbera şervanên YPG’ê û komên çete yên ji Tirkiyeyê derbasî Serêkaniya rojavayê Kurdistanê bûn dest pê kir doh jî bi dijwarî berdewam kir. Li gorî çavkaniyên YPG’ê herî derdora 70 çekdar hatin kuştin û şervanek YPG’ê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bûye.
Komê çekdar ên ku duh sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kirin, careke din êrîşê taxên Kurdan kir. Di encamê de li rastî mudaxeleya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat. Pevçûnên dijwar ên ku pêr dest pê kirin doh tevahiya rojê berdewam kirin.
Ji şervanên YPG’ê Rustem Azad ê ku li qada şer a Serêkaniyê ye, ji kanala Ronahî TV re axivî û diyar kir ku di encama pevçûnan de derdora 70 endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.   Her wiha beriya derdora setekê 5 tankên Komên çekdar ji deriyê sînor ku di destê Tirkyê deye derbasî Serêkaniyê bûn

Endamekî PYG'ê jiyana xwe ji dest da

Her wiha, hat ragihandin ku Li Serêkaniyê di encama şerên ku ev 2 roj in di navbera Yekûneyên Parastina Gel(YPG) û komên Çekdar ên ji aliyê Tirkyê ve derbasî bajarê Serêkaniyê bûn. Şervanê YPG'ê Ferhad Elî Qewas jiyana xwe jidest da û birayê wî şervanê YPG'ê Xalid Elî Qewas giran birîndar bû.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferhad Ehmed Qewasê û birayê wî yê birîndar rakirin bajarê Dirbêsiyê.  Ferhad Elî Qewas di 1992 li Serêkaniyê ji dayik bûye. 

SERÊKANIYÊ