
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di encama lêkolîna YPG’ê de derketiye holê ku herdu metran ji aliyê komek girêdayî Artêşa Azad ku kesê bi navê Feteh El-Hesûn berpirsyarê wan e ve hatine revandin.
Banga serbestberdanê
Di berdewama daxuyaniyê de bang li Artêşa Azad û Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Muxalefeta Sûriyeyê hate kirin ku herdu metran di zutirîn demê de werin berdan. Her wiha hate destnîşankirin ku ev bûyer wekî bûyerek li dijî mirovahiyê ye û tu berjewendiyek şoreşa Sûriyeyê tê de tune ye, lewre bang li koalîsyona niştimanî hate kirin ku ji alema Xiristiyan lêborînê bixwaze.
Li ser nûçeya ku çend roj beriya niha di hinek malperan de hatibû weşandin û hatibû îdîakirin ku herdu metran hatine berdan jî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li aliyê din em aşkera dikin ku helwestên xapandinê nayên qebûlkirin. Di 24’ê Nîsanê de wekî ku herdu metran hatine berdan nûçeyên derew hatin weşandin. Ev nûçeyên derew in.” Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku herdu metran di demeke nêz de neyên berdan, wê YPG neçar bimîne ku ji bo azadkirina herdu metranan têbikoşe.
ANHA/HELEB