
Devera girîng hat girtin
Ji qada di navbera Til Koçer û Til Hemis ku nêzî 65 kîlometre ye jî herêmek 60 kîlometreyî û bi dehan gundên li vê herêmê hatin rizgarkirin. Di operasyonê de her wiha riya Til Koçer û Til Hemis, riyên ku wekî “Riya Siyasî” û “Riya Petrolê” tê zanîn ket bin kontrola YPG’ê. Dîsa riya Til Hemis û Til Berek ket destê YPG’ê. Hate gotin ku bajaroka Til Hemis ku dikeve başûrê rojhilatê Qamişlo niha 6 kîlometre ji aliyê Til Berek, 7 kîlometre ji aliye Til Maruf û 5 kîlometre jî ji aliye Til Koçer ve hatiye dorpêçkirin. Hate ragihandin ku gelek noqteyên komên çete jî hatine dorpêçkirin û operasyona li van deveran didome.
Gundên hatin rizgarkirin
Ebû Xezef, Xenamiyê û 2 gundên bi navê Bezûniyê, Xirbit El Hatim, Şermûxa Mezin û Şermûxa Biçûk, Helac, 4 gundên bi navê Mesluna ku di yekê de kurd, yekê ereb, yekê jî tirkmen hene, Ebû Tiwêna, Til Bixêr, Kulî, Xena, Sexlam El Xerab.
ANHA/TIRBESPIYÊ