Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê êrîşên komên radîkal ên ku li ser navê Îslamiyetê tevdigerin û pêkanînên wan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPJ û YPG’ê li hemberî komên radîkal ên li ser navê îslamê tevdigerin û pêkanînên wan berxwedaneke lehengî nîşan daye û ev tişt hatin gotin: “Hêzên me di şerê ku ev 27 roje didome berxwedanek mezin nîşan daye û îspat kiriye ku YPG û YPJ amadene ku ji bo mîsogerkirina azadiya gel û parastina destkeftiyan hemû fedakariyê bike."
'Hedefa wan destekftiyê Kurdan e'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vî reşî de bi taybetî rola jina Kurd gelekî girîng bû û wiha hat domandin: “Hevalên me yên şehîd Vîyan Kobanê, Azadî Dêrik, Şîlan Cûdî û Peyman Kobanê mînakên vê yekê ne. Wekî van hevalên me gelek şehîdên me yên giranbûha ne. Jina Kurd a Rojavayê Kurdistanê tenê ji bo parastina bajarên xwe şer nake, ji bo hemû nirxênên herêmê têkoşîna xwe didomîne.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên li ser navê îslamê tevdigerin, li hemberî berxwedanê têk çûne, lewma jî pêkanînên qirêj pêk tînin û wiha hat domandin: “Welatiyên Kurd ji ber nasnameya wan dikujin, li hemberî jinan destdirêjiyê dikin, ji bo mal û milkê Kurdan fetwayan didin. Bi taybetî li Til Ebyadê ev yek pêk hat. Dîmenên ku di medyaya înternetê de hatine weşandin jî vê hovîtiyê nîşan didin.”
'Hovîtiya çeteyan ji nedîtî ve tên'
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku pêkanînên terorîstî yên ku van koman li bajarokên Til Hasil û Til Eranê pêk anîne, hovîtîye û di dîroka mirovahiyê de tiştekî wisa nehatiye dîtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev pêkanînên terorîstî ne tenê ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê xetere ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çete bi van kiryarên xwe yên li dijî exlaq û mirovahiyê navê îslamê xirab dikin û ev tişt hatin gotin: “Îslamê negotiye mirovan serjê bikin, talan bikin. Ev pêkanîn nîşan didin ku komên çete bê mejî tevdigerin.”
Derbarê nerazîbûnên saziyên navnetewî yên li dijî êrîşan de jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin rêzkirin: “Li hemberî van hovîtiyan raya giştî ya cîhanê û bi taybetî rêxistinên li ser navê jinan tevdigerin, helwestek pir lawaz nîşan didin. Di demeke wiha de diviyabû ku helwestek pir xur bihata nîşandan. Ji ber ku ev zirarê didin hemû mirovahiyê. Lewre divê rêxistinên navnetewî di zûtirîn demê de mudaxeleyî vê rewşê bikin.”
'Emê rûmeta gelê Kurd biparêzin'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê hemû jin li hemberî komên terorîst yên ku jinan dixin bin destê xwe û dikin mulkê xwe, her wiha welatê wan perçe perçe dikin, bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG û YPJ nahêlin ku ev komên çete bi çanda îslamê bilîzin, li hemberî wan wê bi hemû hêza xwe rûmeta gelê Kurd û jinê biparêzin û ev bang li jin û xortan hate kirin: “Bila hemû jin û xort tevlî refên parastinê bibin.”
ANHA/QAMIŞLO