
Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, di çarçoveya agahdarkirina rewşa Bakurê Kurdistanê û sazkirina yekîtiya netewî de serdana rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê dike. Yuksek bi rêveberên Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistanê û Partiya Komunîstên Kurdistanê re civiya.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP Kamuran Yuksek serdana Başûrê Kurdistanê kir. Di vê serdanê de bi gelek partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiya. Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek li ser bingehê serdana xwe ya dostane û agahdarkirina aliyên siyasî li ser rewşa Bakurê Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re civinek pêk anîbû.
Doh jî Hevserokê DBP’ê tevî Endamên nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê bi Partiya Komunîstên Kurdistanê re civiya.
HevseroKê DBP’ê Kamuran Yuksek û endamên Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîstên Kurdistanê Dr. Kawe Mahmûd, parlamenter Ebû Karwan û parlamentera berê ya Partiya Komunîst Haja Şêx Silêman ve hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de gûftugo li ser rewşa Bakûrê Kurdistanê, girtina parlamenterên Kurd û şaredariyên Kurdan hatin kirin. Her wiha Partiya Komunîst di derbarê rewşa tê jiyakirin de jî hate agahdarkirin. Her wiha gûftugo li ser hevkarî û têkiliyên di navbera partiyên Kurdan de jî hatiye kirin.
Zanîngeha Amerîka ya Dihokê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek vexwendibû ji bo tevlî konferansa bi navê ‘Pirsgirêkên partiyên Kurdistanê û serbixweyiya Herêma Kurdistanê’ bibe. Piştî konferansê Kamuran Yuksek tevî nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya agahdarkirina rewşa Bakûrê Kurdistanê de, rewşa siyasetmedarene Kurd û yekgirtina aliyên siyasî yên Kurd de rêze hevdîtinan pêk tîne.
Salvegera Zahmetkêşan pîroz kir
Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, li Başûrê Kurdistanê serdana Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistanê kir û salvegera wê ya damezirandinê pîroz kir.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek di çarçoveya hevdîtinên Başûrê Kurdistanê de serdana Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistanê kir. Di civînê de mijarên kongreya neteweyî û rolên partiyan hat nîqaşkirin.
Endamê Desteya Rêveberiyê ya Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistanê Seîd Selîm, têkîldarî serdanê ev gotin; “Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek bi armanca pîrozkirina salvegera damezirandina partiya me û nîqaşkirina hin xisûsan, ev ziyaret kiriye. Di hevdîtinê de Yuksek ji bo Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistanê, spasiyên xwe ragihand. Ji ber ku partiya me her tim destek da têkoşîna gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji niha û şûn de jî wê vê piştgiriya xwe bidomîne.”
HEWLÊR