Şev diyarî Ceylan Onkol, Solîn, Enes Ata, Ugur Kaymaz û zarokên din hat kirin. Zarokên ku lî Navenda Çanda Mîtannî ya Şaredariya Nisêbînê de xebatên gitar, erbane, tembur, govend, şanoyê dimeşînin di şeva „Desteyek ji xebatên çanda Mîtannî“ de hunerên xwe pêşwazî temaşevanan kirin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Serokê BDP’ê ya navçeyê Alî Damar, Hevserokê KURDÎ-FER’a Nisêbînê Şukran Duran, nunerên sendîkayan û gelek welatî beşdarî şeva ku li salona sînemayê ya navendê hate amadekirin bûn. Di şevê de Dîroknasa Hunerê Berrîn Aslan a Koordînatora Navenda Çandê axivî û baş kişand li ser girîngiya çand û hunerê ya jiyana civakê û wiha axivî: „Di demeke ku asîmîlasyona çandê tê meşandin sekna zarokên Nisêbînê watedar e. Em bernameya xwe diyarî zarokên ku di şerê qirêj de jiyana xwe ji dest dane Ceylan Onkol, Enes Ata, Ugur Kaymaz, zaroka 8 mehî Solîn û dergûşa ku li Êlihê di zikê dayîka xwe de jiyana xwe ji dest daye dikin.“  Piştî axaftinan zarokan govend girt. Piştî govendê jî koma Erbaneyê derket ser dikê û zarokan şeveke balkêş pêşwazî temaşevanan kir. Piştî şeva bi coş Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî axivî û bal kişand lî ser binçavkirin û girtinên rojê û got ku dê sekna wan xurtir bibe. Gokkan piştre ji gul da mamosteyên navendê. Dawiya şevê belgeyên tevlibûnê dan zarokan.

DÎHA/MÊRDÎN