Buroya Perwerdeyê ya Meclîsa Hevbeş a Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Saziya Zimanê Kurdî bi hev re bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê pêşengeheke resman vekir. Pêşengeh li Dibistana Alan Mihemed a taxê hat vekirin.
Pêşengeh bi dûrişmeya “Êdî bes e mirin. Jiyan mafê me ye” hat organîzekirin, û tê de resmên ku zarokên dibistanê yê astên seretayî û navîn hatin pêşandan. Meclîsa Hevbeş û Saziya Zimanê Kurdî xwestin ku zarokên di nava şer de dijîn, bi vê yekê hestên xwe îfade bikin.
Benê destpêkirina pêşengehê ji aliyê Mustefa Mihemed ango bavê Alan Mihemed ve hate birîn.
Navê vê dibistanê beriya niha Dibistana Fayîz Mensûr bû. Zarokê bi navê Alan Mihemed yek ji xwendekarên vê dibistanê bû. Sekvanên çete yên El-Nusra beriya salekê ew hedef girtin û wî zarokî jiyana xwe jidest da. Ji ber vê yekê navê wê li dibistanê hate kirin.
HELEB