Civika Kurd a li bajarê Chicago yê eyaleta Illinois a ser bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê beriya çendekê li Pirtûkxaneya Giştî ya Evanstonê bi xelkê vî bajarî re civiya, û di çarçoveya projeya bi navê “More Friends than Mountains (Ji çiyayan bêhtir heval)” de ji bo zarokên li Herêma Başûrê Kurdistanê wêne xêz kirin.

Osman Cen ku serokê Kurdish Cultural Center of Illinois (Navenda Çandî ya Kurd a Illinoisê-KCCI) li ser mijarê got, “Bi vê projeyê me peywendiyek zarokên ji civaka xwe bi zarokên li wargehên penaberan ên li Kurdistanê û zarokên li deverên din ên Kurdistanê re çêkir.”

Di çarçoveya çalakiyê de firfirokên lîstok hatin çêkirin û boyaxkirin. Ji bo vê jî Cen got, “Ez hêvî dikim ku ev firfirok bikin ku hinekî bîhna wan fireh bibe di jiyana wan a zehmet de.”

Axir ev firfirok wê ji zarokên li wargehên poenaberan ên li Başûrê Kurdistanê û zarokên din re bên şandin.

 

CHICAGO