Di riya Reqayê de van rojan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) herî zêde peyva “şukran”ê dibihîsin, Di Erebî de tê wateya “spas”iyê. “Şukran” a ku herî zêde li ser zimanê zarokan e, ji bo şervanên QSD’ê jî dibe hêz û bi vê hêzê bêtir berê xwe didin DAIŞ‘ê. Hêzên QSD’ê di çarçoveya duyemîn pêngava operasyona “Xezeba Firatê” de heta niha piranî jê jin û zarok, bi hezaran Reqayî ji zilma DAIŞ’ê rizgar kirine. Piştî wergirtina Keleha Caberê niha xwe gihandine deriyê Tabkayê. 

Kêfxweşiya zarokan

Mihemd Elo (13) ê kêfxweşiya xwe ya azadiyê bi peyva “şukran”ê tîne ziman got, bi saya QSD tirsa li ser wan rabûye. 

Mistefa Hemûdê 15 salî jî diyar dike ku ji çûyîna dibistanê, lîstikan bigire heta gerînê her tişt qedexe bû û bi wê baweriya ku QSD daye wan dikene û wiha diaxive: “Em zaf deyndarê QSD’ê ne. Heta ew nehatibûn, hema bêje dê û bavên me qet destûr ne didan em derkevin derve. Hele ji rewş ji bo zarokên keç xerabtir bû. Em her tim bi fikar bûn, dê kengî werin me bibin. Malbata min xwest min bişîne devereke din, lê belê çênebû. Ji ber vê bi piranî em bi dizîka dijiyan.” 

Nesime Abdullah a 14 salî jî, bextewariya xwe bi hêstirên çavan anî ziman. Abdullah got, DAIŞ ne digot biçûk an mezin e hemû zarokên keç direvand û wiha domand: “Em difikirîn, ‘Gelo dê îro kî bibin?’ Ji bo me derve qedexe bû. Ji xwe yê derketanan ew dibirin. QSD û Kurd hatin. Em ji wan natirsin. Ew wek malbatê ne, zaf baş in. Ji ber ku me rizgar kirine em ‘şukranên’ xwe pêşkeşî wan dikin.” 


NAZIM DAŞTAN REQA / DÎHABER