'Kes me nabîne'
Ji malbata Kurtaran, Rahîme Kurtaran a 78 salî diyar kir ji ber xizaniyê mecbûr dimînin van zor û zehmetiyan bikêşin. Kurtaran wiha got: Ava me ya vexwarinê nîn e. Ji ber ku zevî li cem hev in riyên ku em biçin bereqeyên xwe jî nîn e. Tuwalet nîn e. Rewşeke ku xwarin bê çêkirin nîn e. Bi kurtasî em di nava rezîlîtiyê de dijîn." Kurtaran anî ziman ku kes naxwaze wan bibîre û ji ber ku xizan in jî nikarin amîrên pêwîst bikirin her wiha 8 mehan mecbûr dimînin di şert û mercên giran de bijîn. Kurtaran karê ku dikin jî "hewadarkirina kokên pemboyan ango kaxê dikin" bi nav kir.
Welatiyê bi navê Suphî Çetîn (40) ku bi malbata xwe ya 23 kesan pêk tê li zeviyeke din dixebite jî got ku ew pereyên ku 8 mehan qezenc dikin di nava 4 mehên ku li malên xwe de dimînin dixwin û ji ber ku birçî nemînin careke din tên zeviyan. Çetîn sedema hatina zeviyan weke betalî nîşan dide û got ku heke kar hebe dê ji malên xwe neyên. Çetîn diyar kir ku ew di 8 mehan de 30 hezarî qezenc dikin û ji vê pereyî 20 hezarî jî didin lêçûnên xwe.
Çetîn da zanîn ku li Pirsûsê hejmara karkerên demsalî pir zêde ye û dema hilbijartinan di 12 hezar kesan dengên xwe nekarîne bi kar bînin. Çetîn got ku nivî navçeyê ji ber kar derdikevin derveyî navçeyê. Çetîn bilêv kir ku Bendava Ataturkê ji Heranê zêdetir nêzî Pirsûsê ye lê rayedar avê nadin Pirsûsê, bi salan e avê didin Heranê û wiha axivî: "Navçeya me Kurd e. Heran Ereb e. Çima avê nadin me, didin Heranê. Heke avê bidin me em heta ku li zeviyan bixebitin em ê axa xwe biçînin û van zor û zehmetiyan nakîşin."
MURAT ÇÎFTÇÎ - DÎHA-RIHA