
Nîdaî Fîraz zilm û desthilatdariya bavê xwe qebûl nekir û tevlî nav refên HPC-Jin bû û rêya rizgariyê hilbijart.
Nîdaî Fîraz a 22 salî ji gundê Um-Kibir ê girêdayî çiyayê Kizwanan e. Dema ku ew di 8 saliya xwe de bû, dayîka wê nema dikare bi bavê wê re bijî û ji wî vediqete û diçe bi zilamekî dîtir re dizewice. Nîdaî tevî 4 xwişkên xwe û du birayên xwe neçar dimînin ku bi salan xwe li zilm û tadeya bavê xwe ragirin.
Bav keçên xwe mîna alavan bi kar tîne
Bavê Nîdaî wê û xwişkên wê weke alavan bi kar tîne. Nîdaî û xwişkên wê ji sibehê heyanî êvarê mîna koleyan di erdê bavê xwe de dixebitin û di jiyana xwe de rojekê xwe rehet nekirine.
Beşdarî nav refên HPC-Jin bû
Piştî ku hêzên HPC-Jinê li herêma wan xwe birêxistin kir, Nîdaî jî vê yekê weke deriyekî rizgariya ji zilma bavê xwe dibîne û tevlî nav refên HPC-Jinê dibe.
Nîdaî got, ew ji bo xwe û hemû jinan ji şideta mêr biparêze, tevlî nav refên HPC- Jinê bûye.
IHSAN EHMED / ANHA / HESEKE