Her 2 zarokên Hanim Onur nexweş in. Kurê wê yê 7 salî Mîrhat nexweşê epîlepsiyê ye. Keça wê Solîn a 4 salî jî nexweşxa Losemiyê ye. Dayîka Onur a 9 meh di girtîgehê de berê xwe dide zarokên wê. Piştî Solîn demekê li Nexweşxaneya Başkent a Enqere hate dermankirin sewqî Nexweşxaneya Başkent a Edeneyê hate kirin. Dem dem li Nexweşxaneya Başkentê ya Edeneyê dermankirina Solîn bi derziyan berdewam dike. Onur, anî ziman ku di vê mijarê de neçar e û tiştên ew dinivîs ji ber ku dayîkek e van tîne ziman. Nameya Onur nivîsî wisa ye:
"Ez dayîkek im û 2 zarokên min hene. Hevserê min sal û nîvîn li cem zarokên min nîn e. Li ku derê ye ez nizanim. Rewşa zarokên min di serî de ji ber hevser û pişt re jî ez li cem wan nîn im deruniya wan xerabû. Kurê min Mîrhat ê 7 salî nexweşê epîlepsiyê ye. Keça min Solîn a 4 salî jî nexweşa pençeşêra xwînê ye. Ji ber ku ez li cem wê nîn im di aliyê manevî de pirsgirêkeke gelek mezin dijî. Ji ber ku nexweşiya keça min Solîn bi hêz bû gelek nexweşxane guherîn. Niha li Enqere li nexweşxaneyê dirazê. Hewcehiya keça min bi min heye. Xwîşkên min şûna min diçin nexweşxaneyê bi keça min re eleqedera dibin. Nivîsandina vê êşê gelek zor e. Dermankirina nexweşiya pençeşêrê piştgiriya manevî û moraliye. Ez ji keça xwe cuda me ji ber vê yekê keça min bersivê nade darmankirin.
Lê ji ber nexweşiya keça min, hêj bêtir hewcehî bi min heye. Ez di girtîgehê de me. Keça min Solîn ji be vê yekê qehir dibe. Wê demê dê keça min Solîn çawa baş bibe. Jiyana zarokan min li holê ye. Ez dixwazim rayedar li hemberî vê yekê hêj baldartir nêzîk bibin. Ez hêvîdar im dê dengê min hemû derdorên bihestiyar bibihîzin." 


DÎHA/ENQERE