
Bi zêhniyeta DAIŞ´ê polês û eskerên Tirk bi wesaîtên zirîhpoş sivîlên Kurd dikin armanca êrîşên xwe û mirovan dikujin; lê belê ev yek jî xezeba gerîlayên Kurdistanê li hemberê van zirîhpoşan zêdetir dike. Hêzên gerîla li ser rêya Çelê û Colemêrgê 19´ê hezîranê 3 maşînên zirîhpoş îmha kirin.
Li gorî agahiyan di kemîna li ser rêya Çelê û Colemêrgê de ya li diî karwanekî maşînên eskerî ya artêşa Tirk de 19´ê Hezîranê 3 wesayitên zirîhpoş yên bi tîpa kirpî yên artêşa Tirk hatine rûxandin û zêdeyî 20 eskeran jî hatine kuştin.
Hewldanên dagirkeriyê yên Artêşa Tirk, ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê dikeve herêma Zapê, bi çalakiyên gerîla tên şikandin. Eskerên Tirk ên ku li herêma Zapê derb ji gerîla xwarin û neçar man vekişin, êvara 19’ê Hezîranê ketin kemîna gerîla. Hêzên gerîla bi B-7 û çekên otomatîk li eskerên Tirk dan. Di şer de du wesayitên zirîhpoş yên tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.
Piştî vê kemîna gerîla, beşek ji wesayitên leşkerî yên di karwanê eskerî de neçar man vegerin Çelê. Lê belê wesayitên din ên ber bi Colemêrgê ve diçûn, li herêma Qasrikê careke din ketin kemîna gerîla. Li vir jî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin. Di dema kemînê de, di navbera yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk ên xwe li herêmê veşartî û gerîla de şer qewimî. Di şer de li gorî daxuyaniya HPG´ê bi giştî 22 esker hatin kuştin, gelek hatin birîndarkirin û 3 wesayitên zirîhpoş yên tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.
Zêhniyeta DAIŞ’ê zirîhpoşan diajo
Hêzên AKP’ê yên bi pere dixebitin, bi garantiya ku wê neyên cezakirin li Kurdistanê mirovan dikujin. Ji Tîrmeha par û vir ve 25 sivîl bi wesayitên zirîhpoş li Kurdistanê hatin qetilkirin. Tenê di nava hefteya bihurî de li Licê 8 sivîl bi wesayitên zirîhpoş hatin qetilkirin.
Li ser reya Licê-Çewligê, mîdîbuseke ku tîmên tevgera taybet tê de bûn, roja 19’ê hezîrane li mînîbusekê qelibî û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da, 19 jî birîndar bûn. Xizmên van kesên sivîlên hatin kuştin ku çûn sersaxiya malbatên wan, piştî rojekê bi wesayita zirîhpoş hatin qetilkirin. Dema ji serdana sersaxiyê vedigeriyan, li deşta Fîsê ya Licê wesayita zirîhpoş li wesayita wan qelibî û di encamê de Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeynep Demîrbaş (76) jiyana xwe ji dest dan.
Li Licê, jina bi navê Pakîze Hazar ku ji bo mûçeyê xwe yê extiyarê bikişîne hate navenda navçeyê, roja 14’ê Hezîranê wesayita zirîhpoş a polîsan lê qelibî û wê jî jiyana xwe ji dest da. Ev wesayita zirîhpoş nesekinî û reviya. Pêr jî li navçeya Elkê, wesayiteke zirîhpoş li pêşiya navçeyê li wesayiteke sivîlan qelibî û 3 welatî birîndar kirin.
Ji Tîrmehê par ve ji dema ragihandina Rewşa Awarte û vir ve, sivîlên ji aliyê wesayitên esker û polîsan ve hatin kuştin bi vê yekê gihiştê 25´an û 16 kes jî birîndar bûn.