Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo bikaranîna dengê NA di refearndûma 16'ê Nîsanê de, banga qeydkirinê kir.

KCDK-E da xuyakirin, ku faşîzma AKP-MHP ji bo polîtîkayên xwe yên kujer û dîktatoriya xwe ya şexsekî mayînde bike, dixwaze guhertina destûra bingehîn di referandûmê de bide erêkirin û got, "Pêwîste gelê me û hêzên demokratîk bi vê zanibin û di asta herî bilind de tevlî dengdanê bibin. Hilbijêr ji bo karibe li qeyda xwe bipirse, divê bikeve malpera www.ysk.gov.tr û di vê malperê de bikeve beşa qeyda hilbijêran. Eger kes ne qeydkirî be, bi belgeyek ji nûmaraya nasnameya xwe ya TC divê serî li konsolosxaneya nêzî xwe bide û navnîşana xwe jê re ragihîne.Divê neyê jibîrkirin, her dengê nehatiye bikaranîn, wê xizmetê ji faşîzma AKP-MHP'ê re bike. Her dengekî 'NA' jî wê bibe rabûna li ber dîktatorî û faşîzmê.

Weke KCDK-E em bang li gelê Kurd û hemû mirovên demokrat dikin, ku eger ne qeydkirî bin, qeyda xwe çêbikin. Û alîkariyê bide mirovê ne qeydkirî, ji bo qeyda xwe çêbike."