Bi hezaran pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî xeteriya dagirkirina herêmê daketin qadan. Di çalakiyan de xemsarî û bêdengiya heyî hat rûreşkirin û banga mezinkirina berxwedanê hat kirin.
Li dijî gef û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn zêde dibin. Bi hezaran pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî xeteriya dagirkirina herêmê daketin qadan. Di pêşengtiya Komîteya Ciwan û Sporê ya Herêma Cizîrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşeke protestoyê hate kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Gefên Tirkiyê red dikin, na ji dagirkeriya Tirk re” hildan.
Meş ji pêş stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo destpê kir û li tevahî kolanên sereke yên taxê gerîn. Di meşê de çalakgeran diruşmên ‘Na ji dagirkeriya Tirk re, kujer Erdogan’ û ‘Bijî biratiya gelan’ berz kirin li pêş Navenda Komseriya Penaberan a taxa Siyahî mitîngek pêk anîn. Li wir daxuyanî bi zimanî Erebî ji hêla Hevserokê Yekîtiya Werzişê ya Herêma Cizîrê Muwefeq Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkerî bi tûndî hat şermezarkirin û ji Desteya Neteweyên Yekbûyî (NY) re, bi navê Yekîtiya Sporê ya Herêma Cizîrê, bang li civaka navneteweyî hat kirin ku destwerdin gefên dewleta Tirk yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rawestînin. Li hember terora Erdogan bisekinin.
Dagirkerî rûreş kirin
Bi heman armancê Yekitiya Jinên Ciwan yên kantonên Efrîn û Şehbayê jî bi meşeke bi meşale gef û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrîn û tevahiya Kurdistanê şermezar kirin. Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan tevî jinên ji sazî û meclisên sivîl tevlî meşê bûn. Meş ji gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafîn ya kantona Şehbayê destpê kir û heta qada gundê Mearete El-Mislmiye dewam kir.
Armanc dagirkirina hemû Kurdistanê ye
Meşvanan alên Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Diyar, Şehîd Avesta Xabûr û panklartên bi nivîsên “Serî hildin û Xakûrkê biparêzin, Efrîn bangî me dike” hildan.
Dema meşvan gihaştin qada gundê Miaretê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Yekitiya Jinê Ciwan Rizgar Hemo axîvî û got: ”Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de li dijî herêm û bajarên başûrê Kurdistanê tevahiya çekên pêşketî bi kar tîne bi taybet li ser Qendîl û Xakurkê. Her wiha tevî ku şêwazên şerê taybet bi hevkariya hindek sîxoran bi awayekî eşkere li ber çavên cîhanê kiryarên dijî mirovî pêk tîne. Bi navê jinên ciwan em soza mezinkirina têkoşînê li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker li tevahiya parçeyên Kurdistanê didin.
Em ê navber nedin çalakiyan
Rêveberiya Jinan a Tebqayê û Gundewarên wê jî bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan meşeke bi meşeleyan bi beşdariya bi dehan jinan li Tebqa û gundewarên wê li dar xistin. Bi dehan jin ku meşale hilgirtibûn, li pêş avahiya Rêveberiya Jinan a bajarê Tebqayê kom bûn. Meş ber bi Navenda Çand û Hunerê bi diruşmên hemleyê “Em bûn yek, bi serketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin” qiriyan û gefên dewleta Tirk şermezar kirin. Di meşê de bi navê Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê Nesra Ebaka axaftinek kir. Nesra Ebaka anî ziman ku ev meş ne ya yekê ye û ne jî ya dawiyê ye. Wê çalakiyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker heta serkeftin û bidawîkirina dagirkeriyê, bedomin.
NAVENDA NÛÇEYAN