Jinên Kurd 22’ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê di 15. Festivala Zîlan de tên cem hev. Festîval bi şiyara ‘Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike’ roja şemiyê li Arena Salon a bajarê Leverkusenê pêk tê.
Komîteya Amadekar diyar kir, ji gelek bajaran wê otobus bên amadekirin û tê payin ku tevlîbûna îsal zêdetir be. Di serî de Elmanya wê ji Hollanda û Belçîkayê jî jin tevlî festîvalê bibin.
Li qada festîvalê wê gelek standên rêxistinên jinan bên vekirin û xwarinên herêman bên nasandin. Ji bo zarokan jî amadekariyeke taybet tê kirin. Wê li festîvalê ji bo zarokan park bê amadekirin û gelek aktîvîte pêk werin. Koma govendê ya zarokan jî wê hunera xwe pêşkêş bike. Di festîvalê de wê hunermend Eylem Aktaş, Chopy, Denîz Deman, Serenat Ezgîcan, Kewê (şanoger), komên govendê û koma Dansên Gel a Fîlîpînê derkevin ser dikê.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) der barê festîvalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li jinan hemûyan kir ku bi reng û nêrîna xwe tevlî 15’emîn Festîvala Jinan a Zîlan bibin. n NAVENDA NÛÇEYAN