Şandeya ji Endamê Partiya CHP’ê Mîlda Enwer, Endama Partiya Gelan a Demokratîk Sebahet Tuncel, Nivîskar û Endama Partiya Gelan a Demokratîk Huda Kaya, Endama Meclîsa Jinan a Partiya Aştî û Demokrasiyê Nîhayet Başirmîr û Rojnamevên Newrat Mert, Binar Iwênc, Esra Ackos, Asya Tekîn, Nîla Bardar, Canso Bîkon û Mîlka Îblkibcî pêk dihat. Şande ji aliyên Wezîra Jinan Emîne Umer û herdu cîgirên wê Heyfa Erbo û Emel Gewriyê, Wezîra Maliye Remziye Mihemed, Berpirsiyara Têkliyan a Yekîtiya Star Nûbuhar Mustefa, Nûnera Têkliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star li Başûrê Kurdistanê Nûjîn Yûsif, Nûnera Têkliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star li Lubnanê Leyla Qerman, Endama Desteya Rêveber a Komîteya Têkliyan a Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Qedriyê Hisên û Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên ve hate pêşwazî kirin. Endamên şandeyê diyar kirin ku armanca serdana wan a Rojavayê Kurdistanê ew e ku rewşa koçberên Şengalê li Rojava û bi taybet rewşa jinan ji nêz ve bişopînin. Şandeyê piştî derbasî Rojava bûn, berê xwe dane kampa Newroz a bajarê Dêrikê û ji vir dê biçin bajarê Girkê Legê û bi hevserokên Cizîrê û rêveberên Akademiya Yekîtiya Star a Ramanê re bicivin. 

DÊRIK