Li Qamişloyê jinên Kurd tevlî hêzên Asayişê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) dibin. Jin beşdarî parastina ewlekariya bajêr dibin û bi bandor tevdigerin û dest bi karê xwe yê pratîkî dikin. Derbarê tevîêbûna jinan ji bo Asayişan berpirsyara Beşê Rojhilatê Qamişlo Rehşan Umer diyar kir ku ji destpêka sazkirina hêza asayişan ew tevlî bûne, lê ji ber ku civaka hebûna jinan di karên asayişê de napejirîne ew giran tevdigrin. Her wiha Umer  da zanîn ku jin di rêvebiriya navenda Asayişê de cihê xwe digre û baş tevdigerin.


Hemû gelên herêmê diparêzin

Endamama  Asayişê Amara Kozê jî da zanîn ku bi berxwedana jinan di nava asayişan de ew gihiştine asta ku gelek jinên nû tevlî asayişê bibin.
Hefteya borî jî li Akademiya Hêzên Asayîşê ya li bajarê Dêrikê ji bo endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, merasimek hat lidarxistin.
Merasim li gundê Şîrka bi tevlîbûna endamên Desteya Bilind a Kurd, Aldar Xelîl û rêveberê Partiya Demokratîk a Pêşverûya Kurd Omer Cafer pêk hat.
Piştî belavkirina dîplomayan li endamên akademiya Asayîşê, endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û wiha got: "Di vê her kes zanibe ku hêzên asayîşa rojavayê Kurdistanê ne girêdayî ti partiyên siyasî ne. Ev hêz di bin banê Desteya Bilind a Kurd de hemû gelên herêmê diparêzin."
Rêveberê Partiya Demokratîk a Pêşverû Omer Cafer jî anî ziman ku temamkirina perwerdeya hêzên asayîşê gaveke girîng e û berxwedana şervanên YPG'ê ya li dijî komên çete silav kir. 

ANF/QAMIŞLO