Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrg a Fransayê dest pê kir, ev 236 hefte ne bênavber dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jin in.

Jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ku mehê carekê weke sazî nobedê dewr digirin, vê hefteyê bi 4 kesan xwedî li Ocalan derdikevin.

Nobedarên vê hefteyê, Halîme Adet, Hatîce Tekîz, Hanim Can û Dîlek Gur in.

Çalakgerên ji bajarên Bakurê Fransayê hatin, roja Yekşemê çalakî ji Kurdistaniyên ji bajarê Hannover ê Elmanyayê dewr girtin. Endamên TJK-E tevî sermaya dijwar jî, li qada ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) lê ne, nobedê digirin. Çalakger li ser armanca çalakiya xwe, agahiyê didin derdorê. 


 STRASBOÛRG