Di kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de 17 wezîrên zilam û tenê 3 wezîrên jin hene. Ev yek ne bi dilê jinan e. Jinan dixwest rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 be. Lê tenê ji sedî 14 tevlîbûn pêk hat. Ji bo vê niha jin hewl didin jin di nava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin.

Komek çalakvanên mafê jinan diparêzin beriya çend mehan bi armanca jin ji sedî 30 tevlî kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bibin, xebatek dabûn destpêkirin.

Koma jinan ji bo ku bigihin armanca xwe, serdana gelek aliyên siyasî yên tevlî hikumetê bibûn kirin. Jinan daxwaz ji aliyên siyasî kiribûn da ku di pêkanîna kabîneya hikumeta nû de rengê jinan diyarker be. Lê di kabîneya hikumetê de tenê 3 jinan cihê xwe girtin.

Yek ji endama koma jinan Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser tevlîbûna jinan ya di kabîneya nû de û got; "Tevlîbûna jinan ya di hikumetê de ne bi dilê me ye. Ji bo vê em ê hewl bidin jin di nava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin."

ROJNEWS/SILÊMANÎ