Komek jinên çalakger, ji nûnerên aliyên siyasî û kesayetên rewşenbîr, daxwaz kir ku rêjeya jinan di nava kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, desteya serokatiya herêmê, dezgehên hikûmî, dadgeh û mektebên siyasî yên partiyan de ne dibin ji sedî 30´î de be.

Doh li salona Otela Çar Çira ya li Hewlêrê, Koma bi navê ‘Balansî Cênderî Kabîney Niwê’ ku ji jinên çalakger, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr pêk tê, bi daxuyaniyeke hevbeş daxwazên xwe eşkere kirin.

Bi navê Komê, Tanya Telet daxuyanî xwend. Tanya daxwazên jinan wiha kirin rêz: “Armanca me ew e ku jin jî beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bibin. Divê rêjeya jinan di nava hemû dezgehên hikûmeta herêmê, desteya serokatiya herêmê, partiyan û dadgehan de bi kêmanî ji sedî 30 be. 

 

 ROJNEWS / HEWLÊR