Jinên Kobanê: Parastina gundan erka me ye. Em ê bi biçûk û mezinên xwe ve li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin, mafê xwe û axa ku bi saya keda şehîdên me rizgar bûne, biparêzin.
Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe li ser sinorê Sûriyê- Tirkiyê kom dike da ku êrişî herêmên cuda yên Bakurê Sûriyê bike. Leşkerên Tirk şêniyên gundên nêzî sînor dikin hedef. Di encamê de zarokê bi navê Mehêr Hesen (17) beriya hefteyekê jiyana xwe bi guleyên leşkerên Tirk ji dest da. Her wiha ciwanê bi navê Kanîwar ê ji gundê Qere Moxê dema di nav zeviya xwe de li nêzî sînor kar dikir bi guleyên leşkerên Tirk ên ji par re xwar birînda bû. Leşkerên Tirk rojane gundên ser sînor dikin hedef. Pêkhateyên herêmê jî ji bo parastina herêmên xwe zend û bend badane. Hêzên leşkerî yên artêşa Tirk li nêzî gundên bakurê kantona Kobanê amadekariya dagirkirinê dikin. Şêniyên gundên bakurê kantona Kobanê li rex hêzên leşkerî nobetê digirin da ku gundên xwe ji her êrişên dewleta Tirk biparêzin.
Bi biçûk û mezinên xwe ve
Jina bi navê Mehe Mihemed a ji gundê Alîşar ê rojhilatê bajarê Kobanê ye û çek hilgirtiye, gundê xwe diparêze. Mehe Mihemed dibêje: ”Parastina gundan erkeke me ye. Lazime em xaka xwe ji her êrişên dewleta Tirk biparêzin. Ji bo ku komkujiyên wek ên Şengal û Efrînê dubare nebin em nobeta gundên xwe digirin. Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta herêma “ewle” hewl dide komên terorîst ên girêdayî xwe li herêmê belav bike. Lê me binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dîtin. Şênî kuştin û revandin, herêm talan kirin. Em ê bi biçûk û mezinên xwe ve li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin, mafê xwe û axa ku bi saya keda şehîdên me rizgar bûne, biparêzin.”
Nobeta gundên xwe digirin
Jina bi navê Xedîce Hemê ya ji gundê Alîşar jî li ser sînorên Tirkiyê di nobedê de ye, bang li şêniyên gundên ser sînor kir ku gundên xwe biparêzin û bi erkên xwe yên xweparastinê rabin. Xedîce Hemê bal kişand ser hewildanên dewleta Tirk yên ji bo herêmeke ewle û got; “Herêma “ewle” ya ku Tirkiyê behsa wê dike, divê di nav axa Tirkiyê de be. Ji ber ku jiyan li herêmên Bakurê Sûriyê xwezayî ye û pêkhateyên herêmê bi hev re bê pirsgirêk dijîn.”
Em ê xaka xwe heta dawî biparêzin
Li aliyên din pêkhateyên herêmên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî li hemberî gefên dewleta Tirk yên li dijî herêmê di nava çalakiyan de ne. Şêniyên herêmê li ser sînorên di navbera Sûrî û Tirkiyê de çalakiyên mertalên zindî li dar dixin û nerazîbûnên xwe ji her êrişekê ji hêla Tirkiyê ve bên nîşand didin. Şeniyên Herêmê dibêjin em ê heta dawî axa xwe ya bi berdêlên giran hatine sitandin biparêzin.
ANHA/KOBANÊ