Bername bi şîara ‘Jin helbesta jiyana azad e’ û bi tevlibûna bi dehan wêjekar, nivîskar û welatiyan pêk hat. Li gorî herka bernameyê di destpêkê de Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Netîce Altun derket ser dikê û bixêrhatina beşdaran kir. Altun bi Kurmancî û Kirmanckî axivî û nehsa hêviya jiyana azad kir û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Di bernameyê de helbestvanên jin Roza Metîna, Selvî Ekîncî, Nûroj Munzur, Amîne Acar û Yildiz Çakar helbestên xwe xwendin. Helbestên ku ji aliyê wêjekarên jin ve hatin xwendin hestên germ bi guhdaran re peyde kirin. Ew kêliya xwendina helbestan bi her beşdarê/î re ku li salonê amade bû, hestên bilind, kûr û hestiyar peyde kirin. Li aliyê din hunermendên jin Nûjiyan û Dîlan Oguz jî bi stranên xwe derketin ser dike.

Helbestkar û hunermendên jin ên ku stran û helbestên xwe xwendin li ser rewşa Kurdistanê jî axivî û hemû berxwedêrên li hemberî terora dewletê têdikoşin pîroz kir û kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayî jî birêzdarî bibîr anîn. Jinan her wiha 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.


AMED