
Kevneşopiya dengbêjiyê ku çand û dîroka Kurdan bi devkî vedibêje, ligel hemû astengiyan li Kurdistanê bi hewldana jinê bi pêş dikeve. Dengbêjî ku bi awazan bi sedsalan heta îro hat, dîrok û çanda Kurdan zindî hişt û heta îro anî. Her çend dengêjên jin di nav civakê de zêde neyên dîtin jî dengbêjên jin di nav çanda dengbêjiyê de roleke mezin dilîzin. Yek ji van jinên dengbêj ku çand û hunera dengbêjiyê zindî dihêle Hediye Kalkan a 24 salî ya li Wêranşara Rihayê ye. Kalkan got, ji zaroktiya xwe ve bi muzîkê re elaqeder e û weha peyivî: “Li vê axa me dengbêjên jin nedihatin naskirin. Jin dihatin astengkirin.”
Bandora dengbêjiyê
Kalkan ji bo dengbêjiyê û tesîra wê ya li wê bûyî ji got, “Herçî çand û hunera dengbêjiyê ye, ez ji pîr û kalê xwe fêr bûm. Min êşa xwe û diya xwe kir stran. Min xwest çanda dengbêjiyê bijîm û bidim jiyandin. 6 sal in ez stranên dengbêjiyê dibêjim. Ez li gundan mezin bûm. Em dema biçûk bûn di bin konan de dema diya min karê malê dikir, stranên dengbêjiyê digotin. Awaza wê ez hestyar û xemgîn dikirim. Ji ber ku stranên bi êş digotin. Dayika min bandor li ser min çêkir.”
Deranîna qêrîna bêdeng
Kalkan, destnîşan kir ku gitina stranan ji bo jinan û dengbêjiya jinan her dem ji aliyê hişmendiya mêr ve hatiye asteng kirin û got: “Dema mirov li rabihuriyê dinihêre dibîne ku jinek stran û klaman bibêje û dengbêjiyê bike tê astengkirin û rastî zahmetiyan tê. Tenê qîrîna bêdeng a li pişt deriya hebû. Lê min xwest wê qîrîna bêdeng a li pişt deriyan bidim der. Min xwest wê qîrîna bêdeng derxînim derve û wê bidin bihîstin.”
‘Hin kes bi hunerê hin kes bi şer’
Kalkan behsa pêşengên jin ên wekî Meryem Xan, Eyşe Şan, Delîla û Zilanan kir û got, wê hêz ji wan girtiye û weha peyivî: “Hin kesan bi şerê xwe û hin kesan bi awaza xwe dengê xwe bilind kir. Heger, ez îro vê hunerê bi pêş dixim û dijîm ez deyndarê pêşengên xwe me. Berê wekî ku cîhan ji mêran hatibe avakirin. Lê em dizanin ku cihaneke wisa tune ye. Dema min dengbêjî dikir ez ji aliyê malbat û derdorê ve rastî rexneyan hatim. Lê min têkoşîna xwe dewam kir. Ez dizanim li erdnîgariya me feraseta zilam serdest e. Lê divê mirov bi vê yekê re jî tê bikoşe. Min her dem ji xwe bawer kir û divê her kes ji xwe bawer bike û tê bikoşe. Jina Kurd di her qadê de şoreş pêk anîye. Jina Kurd, dikare herî serketî şer bike û dikare heri baş hunerê jî bi pêş bixe.”
RIHA