HAMBÛRG: Jinên Kurd ên li bajarê Hambûrga Elmanyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngekê lidar xistin. Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Jûngferstîegê pêk hat. Di mîtîngê de jinan dirûşma “Azadiya Ocalan azadiya me ye” qîriyan. Di axaftinên li vir de tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Çalakgeran bi sedan belavok belav kirin û ji hikûmeta Elman jî xwestin, ku bes hevkariyê bi dewleta Tirk re bike. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî” qediya.


RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zînê li Place de la Maîrîe pêk hat û Comité Nationale Solidarite Kurdistan û Partiya Mouvement de la Paix tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmên bi zimanên Kurdî û Fransî hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin. Jinan gotin, ew ê her rojên çarşeman çalakiyê lidar bixin.

BASEL: Li bajarê Baselê ya Swîsreyê, Meclîsa Jinê ya Ronahî ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatîn qetilkirin, nobed girtin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankartên bi wêneyên her sê jinên şoreşger hatin vekirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN