
Li bajarên Ewrûpayê, çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, li Bahnofstrasse ya bajarê Swîsreyê Zurîchê, jin civiyan û belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Jinan li vê derê çalakiya 'rawestînê' ya saetekê li dar xist.
Bi banga Meclîsa Jinê ya Mizgîn, jinên tîşortên 'Azadî ji Ocalan re' li xwe kirî, li ber strasyona trenê ya Bernê kom bûn, û ji bo azadiya Ocalan dirûşm gotin.
Li ber Dêra St. Laurent a Meclîsa Jinê ya Lajîn a bajarê Swîsreyê Lozanê, çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin gotin.
Li bajarê Bielê jî bi banga Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Zentralplatzê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. di çalakiyê de li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan belavok hatin belavkirin.
Bi banga Komuna Jinê ya Nûjiyan Erhan, li ber strasyona trenê ya Fribourgê çalakiya 'Jinên rawestandî' hate lidarxistin.
Li Baselê, çalakiya li ber Bahnhofê bi beşdariya 50 kesî hate lidarxistin.
Li bajarekî din ê Swîsreyê St. Gallenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asrîn, li Markplatzê belavok hatin belavkirin û daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku Rêberê me azad bibe em ê li kolanan bin."
Li bajarê Aarau, çalakiya 'jinên rawestandî' ji bo 40 deqeyan hate lidarxistin û belavok hatin belavkirin.
Em ê hîn nebin
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Ciwanên Azad ji kolana Canabierê heta ber Nûnertiya Parlamena Ewrûpayê meşiyan. Piştre mîtîngek hate lidarxistin û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan peyamek xwend. Di peyamê de hat gotin, "Dixwazin me hînî nebûna Serok Apo bikin. Em soz didin, em ê hîn nebin."
Di dawiya çalakiyê de heyetekê li ser navê çalakgeran, dosyayek radestî rayedarên Parlamena Ewrûpayê kirin.
Li bajarê Bordeauxê jî bi pêşengiya Tevgera Jinê li meydana Victoire çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hat kişandinî ser tecrîdkirina giran a li dijî Ocalan û li ser mijarê belavok hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN