Bi rasthatina 25´ê Mijdarê li bajarê Elmanyayê Hannoverê jinên Kurd û dostên wan vê rojê dîsa ji jinên din hemûyan bêhtir xwedî li têkoşînê ûş vê roja sembolîk derketin. Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî meş û mîtîngek organîze kir. Li ber Gara Trênan a Navendî jinên Kurdistanî û ên biyanî hatin ba hev. Jin di nava bajêr re meşiyan û wan pankarta sereke ya li ser “Dagirkerî şidet e, bi ruhê berxwedana Hevrîn Xelef dagirkerî û Faşizm wê têk biçin!” nivîsandî hilda. Di dema meşê de hem li dijî şideta li dijî jinê û hem jî li dijî dagirkeriyê belavok hatin belav kirin. Di nava meşê de Jinan stranên xwe gotin û slogana sereke “Jin, Jiyan, Azadî” di nava paytexta Saksonyaya Jêrîn de deng veda. Meş li meydana Steintor bi danîna konê agahdarkirinê bi dawî bû. Li ber konî bi tebeşîrê li ser kevirên zemînê navên jinên şoreşger hate nivîsandanin.
Jin Jiyan Azadî deng veda