Jin Jiyan - Der Aufbruch yan jî Jin Jiyan - Vejîn lîstikeke şanoyê ye ku Anina Jendreyko hazir kiriye di encama lêkolînên xwe yên li Şengalê (Şingalê) û Başûrê Kurdistanê de. 6´ê Nîsanê yanî îro promiyera wê dibe li Şanoya Bajêr a Krefeld-Moenchengladbachê (Theater Krefeld-Moenchengladbachê). Şanoya Bajêr a Krefeld-Moenchengladbachê û Volksbuehne Basel bi hev re produktorên vê lîstika şanoyê ne. Derhênera wê Anna Jendreyko ye ku beriya niha jî hevkarî bi şanoyên li Kurdistanê re jî kiriye. Projeyên wê yên li Bakurê û Başûrê Kurdistanê jî dike ku ew Tevgera Azadiya Kurd nas bike. Jixwe Jin Jiyan - Der Aufbruch jî bêhtir li ser Tevgera Azadiya Kurd û veguherîna piştî korîdora insanî ya li Şengalê ye.
Bi muzîka Kurdî
Dika vê lîstikê Martina Ehleiter amade kiriye. Li ser dikê wê resmên Şengala hilweşiyayî hebin. Di dema lîtikê de qeydiyên vîdyo yên di dema lêkolîna Jendreyko li Şengalê tomarkirine jî wê bên nîşandan, vî karî jî li ser dikê Gregor Faulhaber. Li ser dikê wê muzîka Kurdî jî hebe bi Suleyman Çarnewa, Sosin Elenya û Metîn Yilmaz. Dramatorgê vê projeyê Martin Voehringer e ji Şanoya Bajêr a Krefeld-Moenchengladbachê. Di nava aktrîst û aktoran de Hêvîn Tekîn, Vera Maria Schmidt, Eva Spott û Adrian Linke jî hene.
Jin li Şengalê dibin hêz
Ya ku tê nîşandan, ne Êzîdîtî bi xwe ye, lê piştî fermanê, piştî ku şervanên Kurd korîdaroa insanî vekir, ya li Şengalê qewimî wê li ser dikê be. Çawa jin xwe birêxistin dikin û li dijî fermanê dîsa dibin hêz; yanî ew arafa di navbera rêûresmê û guherînê de Anîna Jendreyko wê hewl bide nîşan bide.
Piştî promiyera îro saet 20´an wê Jin Jiyan - Der Aufbruch 16´ê Nîsanê, 03, 08 û 26´ê Gulanê jî her carê saet 20´an bê nîşandan.
Meclisa Jinên Êzîdî (Dachverband des Êzidischen Frauenrats e.V.) û Goethe-Institut Irak jî ji hevkarên din ên vê projeyê ne
KREFELD