Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hêrsa Kurdistaniyan her ku diçe zêde dibe. Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo di çarçoveya pêngava “Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê tine bike” de meşeke li dar xist.
Bi sedan jinên bajêr beşdarî meşê bûn. Jinan ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, pankertên “Ji dagirkeriya Tirk re na” û “Bi îradeya gelan em ê bi ser bikevin” hatin hildan. Meş li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestiya. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamên Kongreya Star Sûad Hesen û Şeha Xelîl û endama Akademiya Jineolojî Nûjîn Lêgerîn Elman daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jin di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têkoşiya û mafên xwe bi dest xist. Em ji dewleta Tirk re dibêjin wê bi pîlanên te destkeftiyên me yên bi keda şehîdan hatin qezeckirin têk neçin. Em di bin sîwana netewa demokratîk, fikr û felsefeya rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan de û bi hevgirtina tev pêkhateyan dijîn. Em jinên Rojava soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ê li gorî baweriya daye me tevbigerin û em ê li hemberî gefên li ser xak û gelê xwe bibin mertal.”
QAMIŞLO