Li bajarê Helebê Kongreya Star 31 civîn di dirêjahiya 14 rojan de li tevahiya komînên çalak ên beşên taxa Şêxmeqsûd rojava û rojhilat organize kirin. Pêkhateyan pêngav bi kefxweşî  pêşwazî kir.

SOLÎN REŞÎD / MIZGÎN HEMO / ANHA / HELEB-ŞEHBA

Koordînasyona Kongreya Star 8`ê Tebaxê hemleyek ragihand bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê tine bikin` Bi vê pêngavê êrişkarî û dagirkeriya dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê protestokirin. Di çarçoveya vê hemleyê de li tevahiya Rojhilat û Bakûrê Sûrî zend û bend hatin badan. Jinên Efrîn, Kobanê û Cizîrê li ser banga kongra Star dest bi rêze çalakiyan kirin. Di çarçoveya hemleyê de daxuyaniyên cuda ji hêla jinên karmend ên saziyan hatin dayîn tevî vê jî meş li tevahî bajaran û çalakiyên konvedanê, hatin lidarxistin.

Li bajarê Helebê Kongreya Star 31 civîn di dirêjahiya 14 rojan de li tevahiya komînên çalak ên beşên taxa Şêxmeqsûd rojava û rojhilat organize kirin.

Di civînan de rewşa dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola jinê li hember êrişên dewleta Tirk yên li ser Efrînê û Şehbeyê û parastina destkeftiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Jin li dijî dagirkeriyê bi hêrsin

Ji rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Hêvîn Silêman li ser mijarê peyivî. Hêvîn bal kişand ser civînên li taxên Şêxmeqsûd li dar ketine û got: “Me nêrîn û pirsên şêniyan der barê rewşa siyasî ya herêmê de girt. Nêrîn û rexneyên wan der heqê tevahî aliyan de jî hebûn.

Pêngav ji aliyê jinan ve bi xweşî tê pêşwazîkirin. Endamên tevahî saziyên civaka sivîl tevlî civînan dibin. Li kantona Şehbayê jî li rex çalakiyên cihêreng gelek civîn jî pêk hatin. Em weke Kongreya Star ji jinan re qala xeterî û gefên dewleta Tirk û kiryarên artêşa dagirker a li dijî mafên şêniyan, nexasim jî jinên Efrînê dikin..

Heta çete ji Efrînê derkevin

Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê ya li kantona Şehbayê Fatme Silêman jî got: “Piştî ragihadina pêngavê li herêmê me meş ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker tevî çalakiyên din orgenîze kir. Di çarçoveya hemleyê de wê civîn werin li darxistin û dewreyên perwerdeyê li tevahiya navçeyan ji bo xurtkirina rola jinê li hember êrişên dewleta Tirk werin vekirin. Ev nêzî mehekê ye me dest bi çalakiyan kiriye. Helwest û hêrsa jinan gelek mezin e.

Em ê çalakiyên xwe heya qewitandina dewleta dagirker û çeteyan ji Efrînê dewam bikin.”