Jinan pankartên „Em li dijî kuştinên jinan bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin hev“, „Em qatilên zilam nahlet dikin û têkoşîna xwe bilind dikin“ vekirin û dowîzên „Li dijî pergala kujer dest bidin dest“, „Ji qirkirina jinê re êdî bes e“ bilind kirin. Komê bê navber diruşmeyên „Jin jîyan azadî“, „Destê dirêjî jinê dibin bişkên“ û „Bimre rêxistinên cemaetê“ berz kirin. Jinên li ber mala bavê Erol kom bûn, heta goristana ku Gulnaz Erol lê hatiye definkirin meşiyan. Di meşa jinan de dayika Gulnaz Erol û xwişka wê jî cih girt. Piştî jin gihiştin ser goristana Erol, li ser navê koma jinan Endama Yekîneya Jinên NÇM’a Wanê Hatîce Abali daxuyanî da. Abali, anî ziman ku bê navber kuştinên jinan berdewam dikin û di nava 6 mehên dawîe de li Tirkiyeyê 130 jin hatin qetilkirin. Abali, da zanîn ku di nava 2 mehên dawî de li Wanê 22 jin hatin kuştin. Abali, destnîşan kir ku 3 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatin qetilkirin û wiha got: „Dema em vê çalakiyê pêk tinin jî li cihekî jin tên kuştin. Minaka vê yekê jî Sevînç Guçluer a li taxa Çevdetpaşa ye. Li wanê di dema dawî de qirkirina jinê zêde dibe. Ji bo em hêrs û bertekên xwe yên li hemberî kuştin û qirkirina jinê bînin ziman em li vir in.“
Abali, diyar kir ku hevserê Gulnaz Erol Abdulbarî Erol li Erzirom, Wan, Amed, Êlih û gelek deverên din di nava xebatên cemaet û hîzbûllahê de cih girtiye û kuştinên jinan ji aliyê cemaet, hîzbûllah, cerdevanî û dewletê ve tên parastin. Abali, bang li hemû jinan kir ku li hemberî kuştina jinan bibin yek û dengê xwe û hêza xwe xurt bikin.

Piştî daxuyaniyê malbata Sevînç Goçer a duh ji aliyê hevserê xwe Sabrî Doger ve li taxa Cevdetpaşa hate kuştin ziyaret kir.

DÎHA/WAN