Jinên ciwan ên şoreşger û jinên ciwan yên Konfederasyona Xwedekarên Kurd ên Welatparêz ji bajarê Qamişlo, Tirbespî û Amûdê tevlî meşa bi armanca şermezarkirina sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin, bûn.  Meş seat di 09.30’an de ji gundê Hîmo hat destpêkirin, heya çerxeriya Osman Sebrî dewam kir. Meşvan ber bi Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên hersê jinên şoreşger, ala jinên ciwan ên şoreşger û Konfederasyonê hatin hildan.

Li Serêkaniyê daxuyanî hat dayîn

Bi heman armancê li Navenda Waşokanî ya Çand û Hunerê ya bajarê Serêkaniyê bi daxuyeniyekê ev komkujî şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Çand û Hûnerê Sîpanê Xelatê hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke Tevgera Çand û Hûnerê ya  bajarê Serêkaniyê duyêmîn sal vegera komkujiya parisê ku li hemberî keseyata sê jinên têkoşer  Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez bi tûndî şermezar dikin”. Daxuyaniyê da zanîn ku Ev yek wek rojeke reş tê bi bîranîn, kojerên vê bûyerê li ber çavane û nikarin xwe zêde veşrin gelê kurd vê rastiyê baş dizanin,di serî de dewleta Tirk û bi pêşengtiya hukumeta AKPê û herwiha gelek hêzên navnetewî destê wan di vê komkûjiyê de hene. Daxûyanî bi dirûşmeya şehîd namirin bijî serok APO û jin jiyan azadî bi dawî bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN