Nermin Osman, ji bo hevdîtinan keyfxweşiya xwe anî ziman da zanîn ku, di demên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan wê hevdîtinên me berdewam bikin.  Endama Yekitiya Star Leyla Qara Omer jî da diyarkirin ku heya jin azad nebe civak jî azad nabe, ji bo vê yekê perwerdekirin û azadkirina jina Kurd di vê serdemê de gelek girînge.

Heyetê piştre hevdîtin li gel Zara Ahmed berpirsa Rêxrawa Jinên Azad a Kurdistan ê (RJAK) pêk anîn. Zara Ahmed ji ber kêyfxweşiya xwe a ji bo hatina heyeta jinan a Yekîtiya Star li başûrê Kurdistanê anî ziman û got; "Em hêvî dikin û her wiha amedekariyên me jî hene ku di demek kin de bikanin weke saziya RJAK’ê serdanekê li yê Rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber ku weke sazî em yekitiya jinan, li her çar parçên Kurdistanê pêk bînin”.

Banga têkoşînê

Heyeta Yeketiya Starê, Nojîn Yûsif, Leyla Qaea Omer, Îlham Berî û Selwa Kilhisên, vê care jî çûn serdana Bîroya Aşûriyan kirin û li gel Perwîn Xerîb Endama Komeleyî Kurdıstanê, Şilêr Ebdullmecîd Endama Komeleyî Afretanî Kurdistan û Avan Arif Endedama Komeleyî Parêzgeyî Silemanî re hevdîtin pêk anîn. Li ser navê Bîroya Aşûryan Perwîrin axifî û kêfxweşiya xwe a ji bo serdana şandeya yeketiya sitarê a li başûrê Kurdistanê anî ziman û got: "Em weke jinên Asûriyan hewil didin ku li başûrê Kurdistanê jin maf û azadiya xwe di aliyê destûrî û zagonî de jî bi destbixîne”. Perwîn wiha dawî li axaftina xwe anî "Jin pêwîste ji her demekê zêdetir tekoşîn çalakiyên xwe zêdebike û bikare xwe bi xwe di her qadeke jiyanê de bi rêve bibe."

DÎHA/SILÊMANÎ