Koma Kevneşopî ku ji jin û zilaman pêk tê xebatên stran û folklora Kurdî dimeşînin. Kom heftane prove dike û wiha diçe ser sehneyê. Dayikên di vê komê de bi cil û berg û berhemên hunerî rengeke cuda didin komê. Berdevka Komê Lema Abdullah got, “Em dixwazin çand, stran û gotinên bav û kalan bigihînin vê heyamê ku nifşên nû rastî û dîroka xwe wiha nas bikin.”
Parastina çandê bi serê xwe têkoşînek e
Lema Abdullah derbarê siberoja vê komê de jî hin agahî dan û wiha dirêjî da gotina xwe, “Ev kom karê xwe ji sala 2000’an ve destpê kiriye. Wê demê navê vê koma Kalan bû. Tenê em du jin di komê de hebûn. Bi destpêka şoreşê re me navê komê kir koma Kevneşopî û endamên me jî zêde bûn. Niha ji 7 endamên jin û 7 endamên zilam pêk tê, kom hem stran dibêje hem jî govendê digerîne.” Lema di dawiya gotinên xwe de bal kişand û wiha got, “Parastina çand û kevneşopiyê bi serê xwe têkoşîneke mezin e. Jin jî endamên sereke yên komê ne û ji bo hertim dîroka xwe û çanda xwe biparêzê têdikoşe.”
‘Jin kevneşopiyê diparêze’
Endama komê Suad Osman jî wiha axivî: “Heya niha jinê kevneşopî parastiye, lê dengê wê nedihat bihîstin. Çi di jiyana wê re derbas dibû dikir çîrok û stran wiha derbasî dîrokê dikir. Ev kom yek ji erkê wê ev e van stran û çîrokan bigihînê heyamên niha. ji ber em dizanin jinan gelek zehmetî kişandin heya ev berhem heya îro bên.”
Refîda Faris jî wek endamekê komê wiha got: “Di her strenekê ku tê gotin de dîrokek heye. Ya baş ew e her jinek bi rêya çîrok û stranan vê dîrokê bigihîne zarokên xwe.’
JINHA/ DÊRIK