Li hemû cihên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) lê ava bûne, YPS-Jin jî ava dibe û jin cihê xwe di nava berxwedana parastinê de digirin. Navendeke din a ku YPS-Jin xwe lê bi rêxistin kiriye, navçeya Şirnex Hezex e.
Endama YPS-Jin Xwînda Serdar armanca damezrandinê bi vî rengî kurteber kir: “Mîna ku ji navê xwe jî tê fêmkirin Yekîneyên Parastina Sivîlan-Jin, baskê YPS’ê yê Jinan e. Dema mirov gund, bajarok, bajar û metropolan dinirxînin, tê dîtin ku qadên jiyana xweser a jinan nîne. Lewma weke jin me di nava YPS’ê de qada xwe ya xweser ava kirin û ji bo jin li hişmendiya xwe vegere, me YPS-Jin damezrandin. Di encama lêgerîna jinê ya ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên civakê de YPS-Jin derket holê. Ne tenê li ser navê jinên Kurd, li ser navê tevahiya jinên cîhanê li dijî dewlet û zîhniyeta mêr derdikeve.”
Xweparastin maf e
Serdar ragihand, ku wan xendek ji bo parastina gelê li herêmên xwerêveberiyê kolandine û got, “Dijminê li hemberî me ji aliyê teknîkê ve xwedî gelek derfetan e; bi bombeyan, tank, top û çekên giran êrîşî gelê me dike. Em bi xendek û bendên xwe re van êrîşên wan pûç dikin. Dibêjin ‘xendek çima hatin kolandin?’ Heywanek bi xwe jî neçar e ji bo jiyana xwe bidomîne xwe biparêze. Belê hêzên YPS û YPS-Jin xendek kolan û bend danîn. Lê ev yek ji bo êrîşê nekir. Xendek û bend ji bo parastina zarokan, extiyaran, jin an jî nexweşan ji dewletê hatin avakirin. Heta em hebin ev ê jî hebin.”
Serdar bang li ciwanên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn kir û ji hemû ciwanên xwedî wijdan ên dixwazin mirovahiyê biparêzin xwest, tevlî nava refên YPS û YPS-Jin ên li ber xendekan û li pişt bendan bibin.
MELEK YUKSEL
ANF/ŞIRNEX