Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî li ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serîhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî komkujiya dewleta Tirk  axivî..

Cûdî di destpêka axaftina xwe de berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan nirxand û got, ‘’Bi vê berxwedanê re ji bo pirsa, ‘’pêşeng kî ye?’’ em bersiveke zelal distînin. Kî xitimandina pêvajoyê vedike, berê pêvajoyê diyar dike û mohra xwe li ser geşedanên nû vedike pêşeng ew e. Ev ji gel dibe, an ji qedroyan ne girîng e. A girîng ew e ku mirov bibe hêza rêveber a pêvajoyê.

Bi hêvî û baweriya serketinê

Bêrîtan Cûdî balkişand ser rola pêşeng a jinan jî û got:Bi berxwedana ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kiriye li seranserî Kurdistan û dervey welêt dewam dike.Piştî bêdengiyeke dirêj, Leyla Guven pêşengî ji şikandina vê re kir. Hêvî û baweriya ku em ê bi berxwedanê bi ser bikevin zindî kiriye.Hevala me Sema Yuce got, ‘’jin çirûskên wî agirê Kurdan in ku bûye xwelî’’ û bi rastî jî di şexsê Leylayan de ya ku dibe tam jî ev e. Her ku agir dibe xwelî jin di xweşkirina vî agirî de dibine xwedî risteke girîng. Leyla Guven di nav tarîtiyê de nîşan daye ku mirov dikare bibe mûmek, bibe roj. Bi vî rengî jinên Kurd êdî navê xwe li dîrokê nanivisîn, dibine dîrok bixwe.’’

Cûdî  de dawamê de bal kişande ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re a 12’ê Çile û serbestberana Leyla Guven û got, ‘’Jixwe hevdîtina bi Rêbertî re hatiye kirin dek û dolab bûn. Ji niha û şûn de jî dibe ku hevdîtin were kirin lê bi teqezî ev nayê maneya ku tecrîd bi dawî bûye.’’

Rabûneke pir radîkal bû

Li ser serîhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî komkujiya dewleta Tirk li Şêladiz û Dêralûgê jî, Cûdî got, ‘’Rabûneke pir radîkal bû û ev helwest gelek biqîmet û dîrokiyê.Jixwe di van xwepêşandanan de helwesta hikûmeta herêmê a li hemberî gel hate rexnekirin. Li gel ku gel helwesta pir meşrû nîşan dane jî, guhnedêriya xwedêgiravî nûnerên gel, bi ser de girtina xwepêşandêran û li ser wan vekirina dozan nayê qebûlkirin.

Bibin xwedî helwest

Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî  herî dawî got gelê Kurdistanê yê welatparêz, hemû gelên azadîxwaz û raya giştî ya demokratîk, heke siberoja xwe bi vê sîstemê re nabînin û ferzkirinên AKP’ê ku rûyê faşîzan ê vê pergalê ye ji xwe re weke dijminan dibînin.Divê destûra derbasbûna wê nedin, vê faşîzme sînodar bikin û li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest”

 

ANF/BEHDÎNAN