Şerê li Kobanê du meh li peyxwe hişt û berxwedana li dijî êrişên çeteyan bi hemû awayî dewam dike. Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Kobanê berxwedana Kobanê û rolê şervanên YPJ’ê di vê berxwedanê de nirxand. Sorxwîn Kobanê ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ve yên li dijî herêma Kobanê cihê xwe di berxwedanê de digire. Sorxwîn ku çend caran birîndar bûye, berxwedana Kobanê ya ku du meh in berdewam dike nirxand. Sorxwîn got: “Di van her du mehan de êrîşeke gelek dijwar rûda û di nava vî şerî de berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê di dilê me de îradeyeke mezin da avakirin. Li hemberî hemû êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê me karibû em li ser lingê xwe bisekinin û di heman demê de bersiv bidin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û parastina xwe bikin.”


Berxwedana bi hêza xwe
Sorxwîn êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê bi dîrokê ve girêdan û weha got: “Rêber APO ji Kobanê dest pê kir û fikr û ramanên azad têre derbasî Rojhilata Navîn kir. Rêber APO çandina tovên azadiyê ji Kobanê ve dest pê kir. Şoreşa Rojava jî di 19’ê Tîrmehê de li Kobanê dest pê kir. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ’ê bi van êrîşên xwe xwestin van tovan ziwa bikin, lê belê Şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi xwîna xwe ev tov av dan.” Sorxwîn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Kobanê dayîka her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi hemû derfet û hêza xwe li ber xwe dan û nehiştin Kobanê bikeve.”

Çelengiya jinên Kurd

Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Kobanê anî ziman ku di heman demê de ev berxwedana Kobanê pilansaziya hêzên tarî yên destek didan çeteyên DAIŞ’ê pûçkiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek hêz û raghindinên ku digotin Kobanê ketiye destê çeteyên DAIŞ’ê hebûn. Bi van gotinan dixwestin şerê taybet li ser gelê Kobanê û Şervanên YPJ’ê û YPG’ê bidin meşandin, lê belê hemû hewldanên wan têk çûn.”
Sorxwîn Kobanê di nava gotinên xwe de balkişand ser rola şervanên YPJ’ê di berxwedanê de û da diyarkirin ku berxwedan û şerê hatiye meşandin jin pêşeng bû û bi taybet mînaka Arîn Mîrkan û Zozan Kobanê yên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên fedaî kirin.”

Li sê bereyan jin hene

Sorxwîn Kobanê wiha axaftina dewam kir: “Li her sê eniyên şer jî fermandarên YPJ’ê kordîna şer dikin û berpirsyarên girûpên li pêş in. Fermandara me Zozan Kobanê li eniya rojava bû û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da heta şehîd bû. Di heman demê de fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan li eniya rojhilat li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî berê xwe da wan û çalakiya fedaî kir. Heta niha jî Şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi rihê hemû hevalên me yên Şehîd li ber xwe didin.”

ANHA/KOBANÊ