
Li Navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê, herî zêde jin di warê rêvebirina saziyên ziaman de, pêşengiyê dikin û ked didin. Rêjeya endamên jin di saziyên ziman de ji sedî 75 e.
Ji destpêka Şoreşê ve saziay ziamnê Kurdî li Navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê hat vekirin û ji wê demê û heta niha jî jinê erka rêvebirin û pêşxistina vê saziyan girtin ser milê xwe.
81mamoste jinin
Saziya zimanê Kurdî ya Navçeya Şêrawa ji 96 endaman pêk tê. 81 endam jê mamosteyên jinin û 15 jî mamosteyên xortin. Sazî ji aliyê komîteyeke rêveber ku ji 6 kesan pêk tê, tê birvebirin. Ji wan 6 kesan 4 endam jinin ew jî kar û barên jinê digrin ser milê xwe.Endama Rêveberiya Saziyê Rûken Mamo diyar kir ku jin di saziya ziman de jî weke hemû saziyên din ên civakê, cihê xwe digre û pêşengiya xebatê dike. Piştî dersdayîna bi zimanê Kurdî ji refa 1’emîn heta refa 3’emîn bi fermî li dibistanan dest pê kir, mamosteyên jin li hemû dibistanên Navçeyê hatine belav kirin.
Mamo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, şagirt ji bo ku fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin bi rengekî aktîv berê xwe didin dibistanan. Mamo da zanîn ku di dawiya demsala xwendinê a yekemîn de, di ezmûnên zimanê Kurdî de şagirtan pileyên pir baş, bidestxistin.
Mamosteya bi navê Ronahî Elî jî da zanîn ku jin bi rêbazê xwe yê baş di danûstandina bi şagirtan re, dikare bêhtir hezkirina ziamanê dayikê bi zarokan bide fêrkirin.
HIYAM NEBO-NÛRHAT HESEN/ANHA-EFRÎN