Hejmara 6´an a Kurdish Studies ku kovareke peer-review ye li ser mijarên Kurdolojiyê, destpêka vê mehê li ser mijara Jin û Şer li Kurdistanê bi hejmareke taybet derçû.

Edîtoriya vê hejmara taybet, Nazand Begikhani, Wendelmoet Hamelink, Nerina Weiss kir. Ji bilî nota edîtoriya giştî ya ku Prof. Martin van Bruinessen nivîsiye û danasîna hejmarê û gotarên wê ya ku Nazand Begikhani, Wendelmoet Hamelink, Nerina Weiss nivîsiye, divê hejmarê de ev gotarên li jêr hene:

Lolav M. Hassan Alhamid li ser nîşandana şideta cinsî ya piştî serdema şerî li Başûrê Kurdistanê di diskursa roman û pexşanê de nivîsiye.

Beja Protner jî li ser xwendin û hîskirina cins di graffit û wêneyên failan de nivîsiye.

Gotara Tomas McGee jî li ser jinên Êzîdî ye ku DAIŞ´ê revandibûn û ketine ber bernameyeke Elmanyayê ya qebûlkirinê û sere navê gotarê jî bi “Rizgarkirina saxfilitiyan” dest pê dike.

Nicholas Sean Glastonbury li ser mijara çêkirina markeya Kurdistanê nivîsiye; pê jî îşaret bi têkiliya di navbera cins û netewebûnê de dike, navê Helly Luv radike û çarçoveya şerê li dijî DAIŞ´ê jî ji bîr nake.

Maja Davidovic bi xwe, berê awirên xwe daye çalakbûna dayikan a li ber Dadgeha Mafê Mirov a Ewrûpayê di peywenda windakirinên bi darê zorê de.

Ev hejmar ji serî heta binî dikare li ser înternetê, bêheq bê daxistin û xwendin. Ji bo xwendina hejmarê bikevin malpera https://www.kurdishstudies.net/ û ji wir jî xwe bigihînin vê hejmara taybet.

NAVENDA NÛÇEYAN