Di tevgera azadiya gelê Kurd de jinan di pêş de cihê xwe girtiye. Bi vî awayî jin ji malê derketin û bi hebûna xwe bawer bûn. Wek nivîskar Virgîna Woolf gotî: “Ji bo xwe odeyekê bigirin û dem veqetînin. Binivîsin, bêyî mêr çi bibêje bifikirin û binivîsin.” Wêjekar Yildiz Çakir jî cih girtin û pêşketina jinê di wêjeya Kurdî de wiha dinirxîne: “Çiqas diçe jinên Kurd di wêjeyê de pêş dikevin. Bi van bûyerên dawî li Kurdistanê tên jiyîn re jinên Kurd dibin pêşêngiya helbestan û bêhnêk dirêj didin wêjeyê. Di heman demê de bi meş û helwesta xwe dibin mijara romanan.”

Goristana Stêrkan
Yildiz destnîşan kir ku wê di pirtûka xwe ya Goristana Stêrkan de bûyerên ser vê erdnîgariyê hatîn jiyîn hewil daye vebêje û wiha berdewam kir: “Gava mirov li Amedê li kî guhdar bike çîrokêk wan a bi êş heye. Destpêkirina min a wêjeyê jî wiha bû. Di sala 1995’an de ji aliyê dewletlê ve malbata min bi zorê hat koçber kirin. Min di temenek biçûk de dest bi nivîsa helbestan kir. Lê mixabin min bi Tirkî dinivîsîn. Rojek hevalek min ji min pirsa xewnên te bi kîjan zimanîn pirsî? Ev pirs bandorek li ser min kir. Min êdî nema bi Tirkî nivîsî û min êdî bi Kurdî dest binivîsîn helbest û roman kir. Ew pirsa ti çima bi zimanê xwe na nivîsê gelek bandor li min kiribû. Pirtûka min a pêşî Goristana Stêrkan bû. Di nava pirtuka min de hêrs û serhildan hebû.”

‘Çima mêr binivîsin?’

Yildiz bilêv kir ku wê navê pirtûka wê ya dawiyê “Gerênek” e û wiha dom kir: “Min di nava pirtûka xwe de bûyerên faîlên kiriyar nediyar û bahsa torosê sipî kiriye. Bûyerê giran li Kurdistane tên jiyandin, tenê em temaşe dikin wek tiştêk çênebûbe. Ez ê vê êşa Kurdistanê di romana xwe de binivîsim. Bila mêr serkeftina jinan nenivîsin. Serkeftina jinan bila jin binivîsin.”

ŞEHRÎBAN ASLAN
JINHA/ AMED