Her sal roja 10’ê Kanûnê, deklerasyona mafê mirovan tê eşkerekirin ku berî niha 68 salan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin.

Li herêma Kurdistanê, binpêkirinên cûr bi cûr ên mafê mirovan pêk tên.  Li gorî rapora Rêxistina Aştî û Azadiya Fikir a pêr li bajarê Hewlêrê belav kir, di nava 11 mehên îsal de li tevayî herêma Kurdistanê 145 binpêkirin li hember azadiya fikrî pêk hatine. Di nava vê de jî herî zêde rojnamevan û dezgehên ragihandinê para xwe girtine.


Rojnamevan rastî zorê tên

Di heman raporê de tê gotin ku heta niha li herêma Kurdistanê, lêdan, gef, kuştinên rojnamevanan hene û hikûmeta herêma Kurdistanê jî nikare pêşî li van metirsiyan bigire. Di dema bûyerên siyasî û civakî de dezgehên ewlekariyê bi xwe êrîşî dezgehên ragihandinê dikin.

Di heman raporê de îşaret bi kuştina rojnamevanan hatiye kirin ku nûçegihanê me yê RojNews Wedat Hisên ê li Duhokê hate şehîdxistin, weke nimûne hatiye nîşandan.

 

Mexdûra sereke jin e

Li gorî raporeke Rêveberiya li dijî Şideta beramberî Jinê, di 9 mehên destpêkê yên îsal de li Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Soran, îdareya Germiyan û Raperînê, 2 hezar û 445 bûyerên şidetê li dijî jinan hatine tomarkirin.  Rêveberê Ofîsa Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Silêmanî, Sabir Ebdullah diyar kir ku îsal li gorî par bûyerên kuştin û xwekuştinê kêm bûne. Lê, binpêkirin û şîdet zêde bûye. Vê jî bi têkçûna rewşa siyasî û aborî ya herêma Kuridstanê ve girê dide. 


SILÊMANÎ / ROJNEWS