Jin pêşengiya şoreşê dikin
Gulan Welat destnîşan kir ku jin li Rojava pêşengtiya şoreşê dikin û pêşengê hamleya YJA ne û gotinên xwe wiha domand: “Em wek jinên Rojava xwe pêşengên vê kampanya YJA’ê dibînin. Li Rojava Kurdistan’ê şoreşek heye, yên herî aktîf cih digrin jin in. Jin li Rojavayê Kurdistanê hem di şer, hem di rêxistin, hem jî di siyasetê de pêşengtiya şoreşa Rojava dikin. Ji aliyekî din ve yên dixwazin herî zêde jinên pêkhateyên din re di di nava xebatek hevparde bibe, jinên Kurd in. Ez dikarim bêjim yên pêşengtiya jinên pêkhateyên din ê Rojava dike dîsa jinên Kurd in. Ji ber wê em dibêjin şoreşa Rojava şoreşa jinan e.”
Jina azad netewa demokratîk
Endama Komîteya Kampanya YJA li Rojava Gulan Welat da xuyakirin ku di gelek aliyan hêzên desthilatdar dixwazin iradeya jinan a derketiye bişikînin û got “Niha Sûriyê di rewşek pir dijwar de derbas dibe, jin li Sûriyê herî zêde ji şerê heye bandor dibe. Di vî şerê yê neçarî koçberiyê, bi destdirêjiyê cinsê rû bi rû dimîne û herî zêde êş dikşîne jin e. Bi taybet di demên dawî de hêzên radîkal ên bi ser navê ol tevdigerin bi gotina ‘jin helal’ jinan wek alavek dîtin, asta êrîşên li ser jinan dide diyar kirin. Ji xwe sîstemên deshilatdar heta niha îradeya jinan lewaz kirine lê bi êrîşên dawî re dixwaze ji bînê ve ji holê rakin. Bi bê îradekirina jinan dixwazin, civakê jî bê îrade bikin. Ev hemleya me yek armanca wê heye ku di kesayeta jin de neteweya demokratîk ava bikin.”
Çalakiyên pêngavê
Welat da zanîn wan komîteyek ava kirine, bi civîn û meşan beşdarî pêngavê bûne û wiha got “Bi pêşengtiya Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistanê bi mebesta piştgiriya hemleya YJA komîteyekî ji 9 kesan pêk hatiye me avakir û ev komîte li gorî mehan bernameya xwe derdixe û çalakiyên mehê bên kirin rêxistin dike. Heta niha me di çerçova hemleyê de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê meş û civînan pêk anîne û bi giştî danasîna Neteweya Demokratîk û pêşengtiya jinan di avakirina Neteweya Demokratîk de çi bibe tê gotûbêj kirin. Wê di meha pêşiya me de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistan şahî bên lidarxistin.“Ji bo piştgiriyê jinên Çand û Hunera Demokratîk stranek amade kirine û di demek nêz de wê bê pêşkeşkirin.”
Di siyasetê de jî pêşengin
Welat di dewama axaftina xwe de got, “Di warê siyasî de bi armanca Neteweya Demokratîk, sîstema xweseriya demokratik tê avakirin. Di navê de jin dîsa rolek pêşeng dilîze. Komînên jin, meclîsên jin hatine avakirin. Di nava pergalê de jî xwesertiya jin heye. Heta niha di nava hamleya hatiye despêkirin bi taybet jinên pêkhateyên din yên Rojavayê Kurdistanê bi baldarî destek dan hamleyê. Eger di çarçoveya azadiya jinê de xweseriya demokratik neyê avakirin û ev sîstem xwe negîhîne sîstema Neteweya Demokratîk wê dubarebûnek derkeve holê. Ku dîrokên şoreşan bi wan mînakan tijî ye. Di wan şoreşan de jî jin gelek ked û xebat dane lê di encam de sîstema deshilatdar a bavêksalarî jin bê îrade hişt. Ji ber netewebûn çiye û netewe çawa demokratîk dibe; divê jin herî zêde li ser wê xebat bikin. Hamleya me li Rojava daye despêkirin jinên Suryanî, Ermenî, Asûrî, Ereb yên di nava Însîyatifa Jinên Sûriyê cihê xwe di nava wê cihê xwe digrin.”
Komkujiya Parîsê
Gulan Welat qetil kirina sê jinên şoreşger bi bîrxist û wiha gotinên xwe domand “Bi qetilkirina şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re derket holê sîstema desthildar çiqasî ji îradeya jinên Kurd ditirse. Û dîsa bi xwedîderketina li wan şoreşgeran jî derket holê ku jinên Kurd êdî bûne pêşenga azadiya jinan û civakê. Îro em Roza Luksenbûrg û Sakîne Cansiz di heman wateyê de di wê hemleyê de dinirxînin. Neteweya Demokratîk bi yekîtiya jinan wê pêk bê. Bi Neteweya Demokratîk em yekitiya demokratîk hedef digrin.”
Jin hêza leşkerî û siyasî ye
Welat da zanîn jin êdî xwedî îradeye û artêş û partiya xwe avakiriye got, “Şoreşa Rojava ne wek şoreşê din ne, jin di şoreşên din de alîkarê zilama ne. Jin di şoreşa me de pêşengtiyê dike û xwe bi hemû aliyan ve tevger dike. Û partiya jinan heye, hêzên parastiya jin hene, di warê siyasî de di nava avakirina civakê de rolêk pêşen dibîne. Ji ber wê jî ez dikarim bêjim jin di şoreşa Rojava de ji hemû şoreşan zêdetir xwedî rêxistine. Bi wî rengî bi azadiya jinê, azadiya civakê, bi azadiya civakê jî neteweya demokratîk wê bê avakirin. Îro li Rojavayê Kurdistanê di hemû sazî û rêxistinan de jin xwe xweser tevger dikin.” Di dawî axaftina xwe de Gulan Welat bang li hemû jinan kir ku beşdarî hamleyê bibin û got, em dibêjin serketina jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve wê bibe azadiya hemû jinan.
AZÎZ KOYLUOGLÛ/QAMIŞLO