Îro li Rojhilata Navîn xelkê herî dînamîk Kurd in. Dînamîzma civaka Kurd ji rola jinê ya civakî tê. Jina Kurd li her warê jiyanê; li kolanan, li qadê siyasetê, di nava rêxistinan û li çiyê him wek çalakvan him jî wek rêveber pêşeng e û jiyaneke nû dirêsîne. Him qalikên hêsîriyê yên bi sedan salan vir de desthilatdaran û civakê li wê pêçandiye ji ser xwe diavêje him jî bi azadbûna xwe re civakê jî ji qilêr û gemarê difilitîne. Bi derketina qadê jiyanê ya jinê re civaka Kurd hên pirtir bi hiş û hêvî bi hêza xwe ya azadbûnê dihese…

Berê rewş li gundan pirr ne wer be jî, li bajaran jina Kurd di malê de hatîbû hiştin. Ên karîbin ji malê derkevin jî, bi dûrmayîna ji nirxên xwe yên civakî û wek bêdengên modern ev yek pêk anîn. Lê niha jina Kurd bi xwe mêr jî ji malê derdixe, bi xwe re kaş dike nava çalakiyên civakî. Û bi hev re jiyaneke nû ya bi pewendî û feraseteke nû ava dike. Bi têkoşînê deng û rengê xwe û rola xwe ya civakî ji nû ve zindî dike; him bi xwe vediguhere him jî jiyana civakî vediguherîne. Di paş de namîne êdi; di jiyana rêxistinî de yan bi xwe tenê li pêş e, yan jî bi mêr pev re…
Çend sal berê min nûçeyekî derbarê civîneke Partiya Aştî û Demokrasiyê de dixwend. Nûçe bi wêneyekê hatibû xemilandin. Di ew wêneya balkêş de wer xwuya dikir ku civînek ji hêla du jin û mêrekî ve dihate birêvebirîn. Li ser her du jinan jî kincên herêmî yên ku rojane li xwe dikin hebû û yek ji wan li ser pê civîn bi rê ve dibir. Wê çaxê di dilê xwe de min got; ew kesên ku ji rastiya civakê dûr û li şûna xwe rûniştî bahsa şoreşê, sosyalîzma li Çînê û li Amerîkaya Latînî an jî bahsa azadiya jinê li welatên modern ên Rojavayî dikin, bila li jinên Kurd binêrin û şoreş çi ye, azadiya jinê çi ye, demokrasiya gel û sosyalîzma rast çi ye, bibînin!..
Li Rojavayê Kurdistanê ev dora du salan e Kurd tev li ser pê ne û jiyaneke xweser bi rêxistin dikin. Keçên ciwan ewqas bi xwe bawer ewlehiya gel û saziyên xweseriya demokratîk pêk tînin, zarokan perwerde dikin, meclîsên gel birêvedibin. Bawer dikim  bala we jî kişand; du an sê hefte berê li Rojava, Kurd rabûbûn ser piyan û hêsîrgirtina Rêberê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikirin. Di dîmenan de, ên li pêşiya bi dehhezaran kesan dimeşiyan û li pêşiyê bi megafonan deng li xelkê dikirin herwiha tev jin bûn…
Gelo li Rojhilata Navîn di nava kîjan xelkî de tevgereke jinan a bi vî rengî rolekî pêşengiya gel dilîze, heye? Li Faris, Tirk, Ereban û li ew xelkên li welatên modern giştan mêzekin, rola jinê di nava civakê  de çawa ye û azadiya civakî di çi rewşê de ye? Ev gelan tev xwedî dewlet in, lê kî dikane bêje ku ew mîna Kurdan xwedî hiş û îradeyeke azad in!..
Bê tirs derdikevin çiya û canên xwe ji zarokên xwe yên li çiyê re dikin mertal, operasyonên leşgerî yên dewletê didin sekinandin. Li merasîmên ji bo veşartina cenazeyên cangoriyên welêt jî heman dîmen li dar e. Ên şînê dikin jî, yên tabûtên şêhîdan hiltînin ser milan û oxir dikin jî, dîsa jin in…
Mirov dikane bêje, jina Kurd îro xwedîtiyê li civaka Kurd re dike, li her derê jiyanê li pêş e; ji jînê heta şînê…
Kurdistan destpêka vê biharê dîsa bi rengê jinê dixemile. Ev hefteyek e jinên Kurd bi kincên xwe yên Kurdewarî li qadan bi coşeke mezin him azadiya xwe him jî ya gelê xwe û gelên din diqîrin; di destê wan de wêneyên Sakîne, Fîdan û Leylayan û di dilên wan de evîna welat a Besê û Zarîfeyan…