Gerîlaya ARGK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) 25´ê Cotmeha 1992´an li herêma Xakûrkê li dijî dagirker û nokeran, teslîm nebû, bi têkoşîna xwe bû xeta berxwedanê.

Gulnaz Karataş di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Bernê yê Swîsreyê û bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hat bibîranîn.

Rêwiyên jiyana azad

Bibîranîna li bajarê Bernê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat. Civîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Mizgîn ve hate organîzekirin.

Di civînê de, nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jinê ya Mizgîn û FEDA’yê axivîn. Qisekeran îşaret bi girîngiya têkoşîna Bêrîtan a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir.

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê jî civîneke bibîranînê hate lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan komek sendîkavan ji bo piştgiriyê bidin Kurdan ji Fransayê hatin tevlî bibîranînê bûn. Di bibîranînê de li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtan, Arîn Mîrkan û şehîdên bedena xwe dayî ber êgir sînevîzyon hate nîşandan.

 

BERN/ATÎNA