SOLÎN REŞÎD / ANHA/HELEB

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Helebê sala 2019`an 6 projeyên cihêreng ji bo zêdetirî 100 karkerên jin pêk anîn. Bi vê yekê bi roleke girîng rabû di piştgiriya aboriya jinan û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de.

Komîteya Aboriyê ya Jinan 5 proje li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd pêk anîn. Proje ev in: Vekirina dikana şîraniyê bi navê Şêraniya Efrîn. Gelek jin di vê projeyê de kar dikin, şîraniyan çêdikin û difiroşin.

Projeya duyê vekirina dikana firotina bestenî û vexwarinên sar havînan û firotina sermîsankan jî zivistanan e.

Wekî din vekirina kafeteryayê heye û piştre di zivistanê de veguherand xwaringehê.

Da ku jin serbixwe bibin

Vekirina dezgeha dirûtinê (reş, pakkirin û ambalaj).

Vekirina dikaneke taybet ji bo firotina mûnê. 8 jin di amadekirina mûnê de li gorî wextên salê dixebitin. Mîna pelên rezan, hişkkirina şînkahiyên ji bo biharat, rîçal û dimsê. Berhemên mala mûnê li dikanên taxan tên belavkirin û bi bihayên guncaw têne firotin. Jinên ku bi awayekî domdar kar dikin mehane 30 hezar lîreyên Sûriyê weke fon digirin.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Aboriyê ya Jinan Fatme Hesen got, “Armanca me ji vê komîteyê teşwîqkirina jinan e da ku kar bikin û debara xwe bi xwe bikin.”

Fatme diyar kir ku komîteyê vekirina projeyên nû li tevahiya taxan didomîne mîna vekirina dikaneke taybet ji bo çêkirina madeyên paqijiyê.